QSD’ê nasnameya 5 şehîdên Dêrazorê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdên êrîşa li dijî cihê petrolê yê El Omer ê li Dêrazorê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî nasnameya şehîdên êrîşa li dijî Akademiya Hêzên Komandos a li cihê petrolê yê El Omer ê li Dêrazorê daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku milîsên Îranê yên li gelek deverên Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de belav in, duh bi balafireke bêmirov û biçek êrîş hevrêyên me yên li cihê petrolê yê El Omer kirin. QSD’ê da xuyakirin ku di encama êrîşê de 5 hevrêyên wan şehîd bûn ku di nav wan de 2 birayên hev in.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Hevalên me ji herêma Meyadînê ne ku di demên cuda de ji ber zilma çeteyên DAÎŞ`ê û çeteyên rejîma Sûriyeyê ji warên xwe koçber bûne û li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bûne ji ber ku ewlehî lê dîtin. Ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê ji gefên derve û hundir tevlî hêzên me bûn û cihê xwe di operasyon û pêngavên li dijî DAÎŞ’ê girtin û berxwedaneke mezin di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrazorê de nîşan dan ta ku di êrîşeke xedar de şehîd bûn.

Em destpêkê sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê de em soz didin ku tola wan hilînin, rê li pêşiya kesên hewl didin hêzên me yan jî ewlehiya herêmê têk bibin, bigirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Emmar

Nav û paşnav: Bîla Mihemed El Seûd

Navê bav: Mihemed

Navê dayikê Nehîde Mişewh

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2005

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 

Nasnav: Demhat

Nav û paşnav: Ebdurezaq Ayiş El Seûd

Navê bav: Ayiş

Navê dayikê; Hediye

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Dêrazor-Meyadîn 200

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 

Nasnav: Gelhat

Nav û paşnav: Emmar Dawûd Ebdulwehab

Navê bav: Dawûd

Navê dayikê: Intîsar El Şerabî

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 

Nasnav: Zagros Kelase

Nav û paşnav: Omer Dawîd Ebdulwehab

Navê bav: Dawûd

Navê dayikê: Intîsar El Şerabî

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2003

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 

Nasnav: Omer

Nav û paşnav: Mihemed Ehmed El Şerabî

Navê bav: Ehmed

Navê dayikê: Tuhfe El Hac Ukle

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 1995

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024"