HRW: Dewleta Tirk sûcê şer dike

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand, di demekê de ku bala cîhanê li ser şerê li Xezeyê ye, dewleta Tirk bi bombekirina binesaziya sivîl a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporeke xwe de diyer kir ku li gel cîhan bi şerê di navbera Îsraîl û Hemsê de mijul e, aloziyeke din li bakur û rojhilatê Sûriyeyê girêktir dibe.

Rêxistinê di raporê de got: "Bombebarankirina binesaziya sivîl a stratejîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve, jêderên jiyanê li vê herêmê xiste xetereyê. Di encamê de kehrebe, xebatên tenduristiyê û xizmetguzariyê tev rewastîn."

Rêxistinê bi bîr xist ku di dawiya Cotmeha 2023`yan, di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi milyonan kes bê kehrebe man. Her wiha diyar kir ku di Kanûn û Çileyê de jî dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin û navendên tenduristiyê û rêyên stratejîk ku karmendên alîkariyê bi kar dianî bombebaran kirin.

Rêxistinê bi bîr xist ku êrişên li dijî herêmê ku di encamê de zirar li sivîlan û navendên sivîl bûn, li gorî qanûna mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî qedexe ne. Rêxistinê êrişa sîstamatîk a binesaziya sivîl wekî sûcekî şer wesifand.