Ji hêzên leşkerî yên Minbicê operasyon: 5 çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku 8'ê Sibatê li gundê El Mihsenlî yê dagirkirî li hemberî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk operasyon kirine û di encamê de herî kêm 5 çete birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 8`ê Sibatê çalakiyek li dijî nuqteyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk li gundê El Mihsenlî yê dagirkirî li dar xist.

Navendê diyar kir ku di çalakiyê de 5 çete birîndar bûne. Rewşa 3 ji wan giran e. Her wiha nuqteya leşkerî tevî çekên tê de hate rûxandin.

Navendê da zanîn ku çalakî bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku hemwextî wê êrişên çeteyên DAIŞ`ê zêde bûn.

Dewleta Tirk a dagirker rojane ji baregehên xwe yên li Cerablusa dagirkirî, eniyên kantona Minbicê topbaran dike.