Rêveberiya Xweser êrîşa li dijî hêzên QSD’ê şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li ser akademiya perwerdeyê ya hêzên QSD’ê şermezar kir.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li ser akademiya perwerdeyê ya hêzên QSD’ê şermezar kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşa li ser zeviyê Omer ê li Dêrazorê ya li dijî Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di encamê de 6 endamên QSD’ê şehîd bûn, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin di çarçoveya hedefgirtina îstîqrara herêmê de û xwesteka pêkanîna aloziyê, hemwextî êrîş û gefên dewleta Tirk û li gel berdewama ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ ya têkbirina çalakiya şaneyên terorîst li Kampa Holê hîna hin alî naxwazin hewldanên pêkanîna îstîqrarê û xurtkirina hevkariya civakî û têkoşîna li dijî terorê dewam bikin. Armanca wan aliyan krîzkirina rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wê krîzê bixin xizmetî berjewendiyên xwe. Ji wan aliyan komên bi ser Îranê, rejîma Sûriyeyê ne. Ev alî beriya çend mehan di armancên xwe yên derxistina alozî û fitneyê navbera pêkhateyên herêmê de li Dêrazorê bi bin ketin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşnakirin ku hedefgirtina Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî QSD’ê li zeviyê Omer ê Dêrazorê û şehîdxistina 6 endaman, plana pêkanîna alozî û astengiya hewldanên hêzan ên pêkanîna îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê ye.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di demekê de vê êrîşa ku nayên qebûlkirin şermezar dikin, ew diyar dikin ku ev êrîş û tiştên rû didin bi armanca herêmê bixin nava aloziyê û sûdwar jî DAÎŞ’ê û mîna wê ne. Li kêleka wê jî ev êrîş li gorî armancên dewleta Tirk e ku hewl dide hewldanên gel ên yekitiya di navbera pêkhateyan de têk bibe.
Rêveberiyê di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku ev êrîş di çarçoveya lihevkirinên Astana yên dawî de ne û bang li gelê herêmê bi taybet Dêrazorê kir ku xeteriya van êrîşan nas bikin, pêşî li fitne û aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sersaxî da malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.