Li Dêrazorê çeteyek hat girtin

Hêzên HAT’ê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên Dêrazorê çeteyek girt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin hêzan endamekî ji şaneyên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê girt û li gel wî moşeka li ser milan û cilên leşkerî hatin dîtin û girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoveya xebata hêzên me yên Dezgeha Ewlekariya Giştî ji bo şopandina wan kesên ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmên me têk bibin û aloziyê di nav de belav bikin de û piştî hewldanên îstixbaratî û lêpirsînên ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî û şopandina tevgerên çeteyekî şaneyên komên çete yên girêdayî rejîma Sûriyê û piştgiriya wan jî dike, hêzên me yên taybet HATˊê operasyoneke serkeftî pêk anîn û tê de ew çete girtin û ev tişt li cem wî dîtin û desteserkirin:

Moşekek li ser milan

8 cilên leşkerî

Rextek."