Endama Komîteya Lihevkirinê ya Meclîsa Navçeya Ehdasê Hacer Silêman (Dayîka Şehîd Egîd û Şehîd Zîlan) ku di sala 2014'an de endama meclîsa malbatên şehîdan a navçeya Raco ya Efrînê bû, despêka axaftina xwe de qala kêliyên Berxwedana Serdemê kir û wiha got, "Dema ku şer derdikeve li kêleka wê şehadet jî çêdibe. Di şerê Berxwedana Serdemê de em pênc kes di Meclîsa Malbatên Şehîdan a xeta navçeya Raco bûn. Paşê şer giran bû û êdî di navçeyan de xebat teng bû. Ji bo wê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û 58'rojan me xebata xwe li saziya malbatê şehîdan a bajarê Efrînê dewam kir. Êdî arşîvên şehîdan dihatin û li gorî navçeyên wan me karê xwe bi rêxstin dikir. Rojekê şehîd îlan dikirin û roja din jî merasîm dihatin lidarxistin. Rojane ji 15 heta 40 şehîdan dihatin veşartin."
Hacer Silêman li ser moralê malbatên şehîdan di wê demê de axivî û wiha domand, "Dema em derbasî nava malbatên şehîdan dibûn û me zarokên wan şehîdan îlan dikir me hêz û moral ji wan malbatan digirt. Ji ber gelekî ku heta dawiyê bi rêxistina xwe re ye. Gelek caran di derbasbûna me ya malbatan de dema dibihîstin zarokê wan şehîd bûne di cih de ji zarokên xwe yên din re digotin 'çima hûn naçin çek ranakin û şer nakin, ji ber şer hatiye ber mala me, kî yê me biparêze'. Rojekê malbata şehîdekî li gundê Gemrokê yê navçeya Mabetayê bû. Piştî ku em derbasî malbatê bûn û me şehîd îlan kir, di dema vegera me ji bo îlankirina şehîdê wê malbatê ji ber êrîşên dewleta Tirk ên zêde di wê demê de di nîvê rê de em êvarê li çolê man, heta ku êrîş kêm bû."
Hacer Silêman da zanîn ku şerê di wê demê de dihate kirin şerê hebûn û nebûnê bû û di nav kêliyên şer û xebata ku wan dikir de tu carî tirs neket dilê wan û diyar kir ku şehadeta keçika xwe bi xwe îlan kir û got, "Wê demê de ji ber êrîşên giran em nêzî şeş malbatan di malekê de bûn û êrîş her berdewam bûn. Carna ji ber rewşê venedgiriyam mala xwe. Lê rojekê jî di nav xebata me de tirs neket dilê me. Di wî şerê giran de keçika min 'Şehîd Zîlan' tê de cih girtibû lê rojane min agahî jê digirt. Cara dawî dema got balafir li ezman digere û nikare biaxive ji wê rojê de êdî agahiyên wê nehatin, ji ber tim hêviya min hebû ku wê baş bibînim min heftiyekê xebata xwe sibê diqedand û êvarê li nexweşxana Avrîn dimam. Rojekê jî di dema ez li mal hevalên min ên saziyê hatin mal û gotin şehadeta duyemîn îro li ber mala te ye. Di wê demê de min zanî ku Zîlan şehîd bûye. Ji ber darbeya balafirê cenazeya Şehîd Zîlan tune bû di wê rojê min şehîda xwe bi xwe îlan kir û merasîma Şehîd Zîlan bi hevalên wê ên şehîd re hate lidarxistin. Şehîd Zîlan di meha Adarê de hate dunyayê û di 13'ê meha Adarê de şehîd bû. Di wê demê merasîma wê li goristana Şehîd Avesta Xabûr a di nav bajarê Efrînê hate çêkirin, wê demê şerê ku dihate kirin şerê hebûn û nebûnê bû. Li hember wê civaka me rojekê di malên xwe de rehet nebûn, her tim di nav xebatê de bûn."
Dayika Hacer qala derbasbûna gelê ji derveyî herêmê kir û wiha got, "Di wê demê de di nav şer de rojekê em pênc dayik ji malbatê derbasî cihê xwarinê bûn û me ji şervanên xwe yên di çeperên şer de xwarin çêkir. Li kêleka wê em derbasî nav gel bûn û mevanên ku ji derveyî herêmê dihatin pêşwaziya wan dikir û bi cih dikir. Ji ber dema ku bû şer barê saziya malbatê şehîdan giran dibe. Ji bo wê divê her însanek keda kar û berxwdana ku hatiye kirin bibîne wê derbasî saziya malbatên şehîdan bibin."
Hacer Silêman got, di wî şerî de xûşk cenazeyê birayê xwe kefen kir û ev anî ziman, "Rojekê ku em di li kêleka komîteya Berad bûn (Komîteya kefenkirina Şehîdan) hevalek li kêleka me hevjîna şehîd bû. Di dema ku şervanan cenazeya şehîdan anîn, birayek wê hebû deh salan nedîtibûn. Lê dema ku ew şehîd anîn birayê wê jî di nav wan şehîdan de bû. Bi destê xwe birayê xiste tabûtê, birayê xwe oxir kir. Li kêleka wê dema hevalek me di wê komîteyê de çîroka xwarziya xwe ji me re vedigot ku ew jî şervaneke YPJ'ê bû û wesiyeta xwe kiribû ku xalê wê, wê oxir bike. Di wê demê de cenazeya xwarziya hevalê me hat û li gorî wesiyeta şehîd, wî jî bi destê xwe oxir kir. Ji ber şerê dihate kirin şerê pişaftin û qirkirinê bû, li hember wê gel li ber xwe da û tu rojê gelê Efrînê negot ez ê gav paş de bavêjim."
Hacer Silêman got, "Ji goristana şehîdên me dîsa ditirsin" û wiha dewam kir, "Gelê Efrînê bi hezaran şehîd di berxwedana Serdemê de oxir kirin. Dijmin heta niha ji gor û hestiyên şehîdên me ditirse û her şehîdek me oxirkirine arşîvên wan jî hene. Dewleta Tirk her sê goristanên şehîdan xerakirin û li şûna wan bazara lawiran dan çêkirin. Ma gelo derek nema bû ku lê vekin? Gelekî bê şehîd welat avakirine heye? Ev şehîd nehatin bîra kesî û negotin ev goristan çima tên xerakirin û wan ji bin axê derxistine û heta niha gorên şehîdên me vekirî ne. Dewletên ku bi mafê mirovan bang dikin gelo welatê kesî ji wan bê şehîd hatine avakirin û şehîdên wan nayên bîra wan? Şehîdên sînga xwe dan hember balafir û tangên dijmin û ji ber welatê xwe ve şehîd bûn."
Di dawiya axaftina xwe de Endama Komîteya Lihevkirinê ya Meclîsa Navçeya Ehdasê Hacer Silêman diyar kir ku heta koçberiya wan li herêma Şehba kesek li kêleka xwe nedîtin û wê nebînin û wiha dewam kir, "Heta koçberiya me ya herêma Şehbayê me kesek li kêleka xwe nedît û em ê nebînin. Lê her tiştek ku vala û bê ked hatiye standin wê vala jî ji wan here. Ji ber her tiştê bi ked tê standin giranbûna xwe heye. Ji bo wê Azadî nayê xwestin tê standin. Em jî azadiyê bi ked û xwîna zarokên xwe distînin û heta niha di dîroka malbatan de her tim xûşk çeka birayê xwe hildaye û birazî çeka xalê xwe hildaye. Dîroka şehîdan ji hev qut nabe û ew bar hildane ser milê xwe. Ji bo wê em weke malbatên şehîdan heta dawiyê em ê li pey doz û xwîna zarokê xwe bin û welat û azadiya me wê were standin û em ê bi serbilindî vegerin Efrînê. Em ê dîsa hestiyên zarokê xwe kom bikin, goristana şehîdan ava bikin. Weke dayikeke Efrînî em ê bê zarok bijîn lê bê ax û rûmet nejîn."