Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdek xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Ebdusemed El Hemîd di 6’ê Sibatê de li Reqayê di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

"Endamê me Ebdusemed El Hemûd 6ˊê Sibatê dema ku erka xwe ya li hember gel û axa xwe li bajarê Reqayê bi cih dianî bi guleyan hate hedefgirtin û gihişt asta şehadetê.

Şehîd Ebdusemed ji roja ku tevlî nava refên me bûye heta niha bi dilsoziyeke mezin xebatên xwe dimeşîne. Ew endamek çalak û bibandor bû, her dem hewl dida ku xwe pêş bixe û ji bo welatê xwe tiştên herî baş pêşkêş bike. Bi hemû hêza xwe erka xwe pêk dianî û ji bo ewlekariya welat her tim amade bû. Heta şehadeta xwe ewlehiya welatê xwe parast.”

Agahiyên nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Ebdusemed El Hemûd

Navê bav: Hemûd

Navê dayikê: Helîme

Cih û dîroka tevlêbûnê: Reqa 8/3/2020

Cih û dîroka şehadetê: Reqa 6/2/2024