BI DÎMEN

Meclîsa Malbatên Şehîdan: Wê destdirêjiya dewleta Tirk bê bersiv nemîne

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pîroziyên gelan li herêmên dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir ku wê destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nemînin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şênî û pîroziyên gelan li herêmên dagirkirî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Deriya Mihemd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk heta roja îro siyaseta xwe ya qirêj bê navber li hemberî gelê kurd dimeşîne û her diçe siyaseta xwe ya qirêj mezintir dike. Heta gihîşt wê astê ku bi destên xwe yên qirêj mezargehên şehîdan xerab bike. Dewleta Tirk a qirêj li Efrîna dagirkirî bi her awayî hovîtiyê dike. Herî dawî mezargeha şehîdan a li navçeya Cindirêsê binpê kir û rûxand. Bi hestiyên zarokên me dilîze, destdirêjî û binpêkirinên ne qanûnî der heqê gorên zarokên me kir. Li hember van destdirêjiyan hemû cîhan bê deng e."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê heta rizgarkirina Efrîn a dagirkirî têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin û hate gotin, "Berdela xwe giran jî be em ê li ber xwe bidin heta ku dawî li qirêjiya dewleta Tirk bînin."

Di daxuyaniyê de berxwedana xelkê Efrînê hate silavkirin.