Di destpêka sala 2024’an de hovîtiya dewleta Tirk

Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê dest bi tevgerê kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşên dewleta Tirk bi hêz dibe. Gelek ji wan hatin girtin, lê li kampa Holê tevgera şaneyan zêde bû. Êrîşên li ser herêmê jî didomin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku têde binesaziyên herêmê hatin hedefgirtin, gelek zirar gihişt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

LI HERÊMA CIZÎRÊ 9 BAJAR Û 2 HEZAR 232 GUND BÊ AV IN

Bi destpêkirina sala nû, dewleta Tirk bi awayekî hov dest bi êrîşên li ser herêmê kir. Dibistan, nexweşxane, stasyonên av, petrol û elektirîkê  hatin hedefgirtin. Ji Dêrikê heta Kobanê 7 Stasyonên Elektirîkê hatin hedefgirtin. Li aliyekî din jî ji ber armancgirtina cihê Elektirîkê, stasyonên avê jî ji xizmetê derketin di encamê de 9 Bajar 2 hezar 232 gund bê av mane. 

2 HEZAR Û 232 GUNDÊN CIZÎRÊ BÊ ELEKTIRÎK MANE

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, stasyonên elektrîkê bi temamî ji dewrê derketin. Li Dirbêsiyê Santrala elektrîkê 2 caran, santrala elektrîkê ya Amûdê carekê, santrala elektrîkê ya Qamişloyê 2 caran, santrala elektrîkê ya Tirbespiyê 2 caran hatin bombekirin. Di encama êrîşan de 4 stasyonên elektrîkê bi temamî ji dewrê derketin. Li santrala elektrîkê ya Siwêdikê ku navenda stasyona elektrîkê ye, di encama êrîşan de 12 trîbunên wê têk çûn. Trafoyên li her trîbunekê û stasyonên biçûk ên ji xebitandina trîbunan re dibûn alîkar bi temamî ji dewreyê derketin. Stasyona gazê ya Siwêdikê dewleta Tirk a dagirker çar caran êrîş bir ser, bi temamî têk çû. Bi vî rengî hilberîna gaza LPG'ê bi temamî sekinî. Di encama hilweşîna ji ber êrîşên dewleta Tirk de li Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Koçer û Til Hemîsê 2 hezar û 232 gund bê elektrîk man

JI 450 BÎRÊN AVA 124 DI KAR DE NE

Ji ber êrîşan bîr û stasyonên avê yên bi elektrîkê kar dikin, sekinîn. Li Kantona Cizîrê ji 450 bîrên ava vexwarinê tenê 124 ji wan av jê tê kişandin.

Stasyona Sefan ku kantona Cizîrê pêwîstiya xwe ya avê jê dibe, ji ber êrîşan nikare bixebite. Ev navenda jî yek ji navendên ku avê dide xelkê Dêrazor, Girkê Legê, Çil Axa, Tirbespiyê û Qamişloyê ye, lê ji ber êrîşa dewleta Tirk, niha nikare xizmetê bike û ji xizmetê derketiye, gelê wî bajarî jî bê av mane.

LI EYN ÎSAYÊ 300 GUND, LI KOBANÊ JÎ 360 GUND BÊ ELEKTIRÎK MANE

Dewleta Tirk li Kantona Firatê jî cihê xizmeta gel kir hedefa xwe. Li Eyn Îsayê stasyona elektrîkê ku 10 Megawatt elektrîk dida navçe û gundewarên wê, hate bombekirin. Di encamê de stasyona elektrîkê ya Eyn Îsayê ji xizmetê derket. Têde 300 gund û Navçeya Eyn Îsayê bê elektrîk man.

Piştî çend saetan ji êrîşa Dewleta Tirk a dagirker li ser stasyona elektirîkê a Eyn Îsayê. Êrîş bir ser stasyona elektirîkê ya Kobanê, di encamê de du Regulatorên ku elektirîk dida bajar û gundên Kobanê ji xizmetê derketin û Kobanê navçe û 360 gundên wê di tarîtiyê de man.

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û qirker de li Kantona Firatê cihê depoya genim hat armancgirtin, ew tovê genim ku tê dermankirin û ji salê bê re tê hîştin hat armancgirtin. Her wiha ekîba Televîzyona Rojava TV dema ku hovîtiya dewleta Tirk belge dikirin li cihê buyerê, li heman cih dîsa aşê genim hat armancgirtin û di êrîşê de Nûçegihana Rojava TV Nêvîn Îbrahîm dema ku bi kamîreya xwe êrîşa dewleta Tirk belge dikir hat hedefgirtin.

Di heman demê de jî dewleta Tirk cihê xwedîkirina lawiran kir armanca xwe û têde gelek ziyanên madî çêbûn. Dewleta Tirk bi hovîtiya xwe ya li ser herêmê her xwestiye gel koçber bike, an jî qir û tine bike, lê dîsa jî bi van êrîşên xwe yên hov, negihişt û wê ti carî jî negihije armanca xwe.

HEVPEYMANA CIVAKÎ

Bi erêkirina Hevpeymana Civakî re ku weke çareseriya aloziya Sûriyê hem jî aloziya Rojhilata Navîn tê dîtin, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku Hevpeyman hat erêkirin zêde kirin, bi armanca têkbirina aramiyê, binesaziyên herêmê û cihê xizmetê kir armanca xwe. Lê dîsa jî li dijî êrîşa dewleta Tirk a ku herêm tev kir armanca xwe, gel li ber xwe dide, bi wê berxwedaniya mezin re jî ji dijmin re îsbat kirin ku çi dibe bila bibe, ew dev ji axên xwe bernadin.

Di 12’ê Kanûna 2023’yan de Rêveberiya Xweser peymanek civakî ya ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 134 bendan erê kir, ku piştî erêkirina wê jî hemen kete meriyetê. Ew hevpeymana civakî ku tevahî netew, bawerî û olan digre nava xwe û bi rengekî wekhev û her ferdekî ji civakê bikaribe bi azadiya xwe bi xwe pênase bike, hat avakirin. Ew hevpeyman jî ji dewleta Tirk re tirseke. Ji bo têkbirina wê rêveberiyê jî, serî li her rê û rêbazê da, da ku bikaribe wê hevpeymanê û di nava netewan de nakokiyan bidin avakirin.

8 ŞEHÎD 

Di encama êrîşan de gelek navendên jiyanî ji xizmetê derketin, wekî stasyonên petrol, elektrîk, nexweşxane û navendên tenduristiyê û hwd piştî hedefgirtina wan bi temamî ji xizmetê derketin. Di encama van êrîşan de jî 8 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Li dijî van hemûyan jî dewleta Tirk a dagirker jî dîsa hewil dide ku binesaziyên herêmê, ewlehiya herêmê bike hedefa xwe. Lê bi hevgirtina tevahî netewan, pilanên dewleta Tirk têk çûn. Gel jî tenê dibêjin, riya me berxwedaniye.

KAMPA HOLÊ

Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re jî, şaneyên razayî yên çeteyên DAÎŞ’ê dest bi tevgerê kirin, gelek ji wan jî hatin girtin lê di nava kampa holê ku xetertirîn kamp li ser rûyê cîhanê ye tevgera şaneyan zêde bû. Lê ji bo ewlehiya herêmê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi alîkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) hatin destpêkirin. Di nava kampê de gelek çete hatin girtin, têde gelek madeyên teqemenî, çek, bombe jî hatin dîtin.

Di nava operasyonê de ku di 27’ê çileyê de destpê kir, 37 çete hatin girtin. QSD’ê jî diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya kampa Holê her tim bixebitin.

Dewleta Tirk a dagirker jî ku yek ji dewletên ku terorê bi hêz dike bi van êrîşan dixwaze car din ewlehiya herêmê têk bibe. Bi van êrîşên ku binesaziyan dike hedefa xwe, bendên Hêzên Ewlekarî dike hedefa xwe û dixwaze aramiya herêmê têk bibe.

DI ÊRÎŞA DEWLETA TIRK DE 4 ŞEHÎD

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 4 endamên hêzê yên ku di 2’yê Sibata 2024’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarê Qamişloyê ya kantona Cizîrê de şehîd bûne, aşkera kirin; Ebduselam El Ehmed, Rebah El Ehmed, Mihemed El Saîd, Yamin Şedad.

ÊRÎŞA DEWLETA TIRK BERDEWAME

Dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser a ku tevahî netewan dihewîne, tune bike. Heta niha jî êrîşên dewleta Tirk berdewam in.