Şêniyên Hesekê 5 şehîdên QSD'ê bi merasîmekê spartina axê

Ji bo 5 şervanên QSD'ê yên li Dêrazorê şehîd bûn, li Hesekê bi beşdariya bi hezaran kesî merasîmek hate lidarxistin.

Bi hezaran kes ji şêniyên Hesekê tevlî merasîma ji bo 5 şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn.

Di merasîmê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî axivî û got: "Bi saya fedakariyên şehîdan mîna Demhat, Gelhat, Emmar, Zagros Kelase û Omer gelê herêmê gelek destkeftî bi dest xistin. Şehîdan ji bo têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de caê xwe feda kirin."

Fatme gelê herêmê û dayikên 5 şehîdan silav kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Serhed Tirbespiyê bi navê QSD`ê axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û soz  da ku rêya wan û tevahî şehîdên azadiyê dewam bikin.

Serhed Tirbesiyê destnîşan kir ku şehîdan rastiya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan îsbat kir, bi têkoşîna xwe hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têk bibin ku dixwazin fitneyê di nava pêkahteyên Dêrazorê de derxin.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku nekarî planên xwe yên li Dêrazorê pêk bîne, serî li êrişkirin û hedefgirtina binesaziya herêmê da.

Serhed Tirbespiyê di axaftina xwe de soz da malbatên şehîdan ku tola wan hilînin û herêmê ji tevliheviyê biparêzin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê wesîqeyên şehadetê yên her 5 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştî wê girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.