BI DÎMEN

Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê li dijî komployê meşiyan

Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin.

Di salvegera 25'an a komploya navneteweyî de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li navçeya Qinê ya Kobanê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Şêniyên navçeyê bi pêşengiya Jin ên Ciwan û Kongra Star li hev kom bûn û ji pêşiya avahiya Meclîsa Navçeya Qinê heta Kaziya Îsmaîl Ebdo meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hate qîrîn.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û endama Kongra Star a navçeya Qinê Fetûm Oso daxuyaniyek da.

Fetûm Oso anî ziman ku bi rêya komploya navneteweyî hate xwestin ku neteweya Kurd bê tunekirin û destnîşan kir ku hewldanên îmhayê li hemberî îradeya gelê Kurd têk çû.

Çalakî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.