Li Hesekê ji bo 5 şervanên QSD'ê yên ku şehîd bûne konê sersaxiyê hat vedan

Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê ya malbatên şervanên QSD'ê yên ku di 5'ê Sibatê de li Dêrazorê di êrîşa balafirê bêmirov a milîsên girêdayî Îranê de şehîd bûbûn, kirin.

Ji bo şehîdên Hêzên Komandos Emar (Bîlal Mihemed El Siûd), Demhat (Ebdulrezaq Ayîş), Gelhat (Emar Dawud Ebdulwehab), Zagros Kelasê (Omer Dawud Ebdulwehab) û Omer (Mihemed Ehmed El Şarbî) ên ku 5’ê Sibatê di êrîşa milîsên Îranê ya li dijî akademiya perwerdehiyê ya cihê petrolê ya Omer a Dêrazorê de şehîd bûbûn sersaxî hat xwest.

Konê sersaxiyê yê navendî li taxa El Omeran a bajarê Hesekê hat vedan. Bi sedan kes herikîn bin kon û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Li bin kon merasîmeke hat lidarxistin, piştî deqeya rêzgirtinê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Ehmed Hedîs sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Di aliyê beden de ji me qut bûn, lê di dil û hişê me de zindî ne."

Ehmed El Hedîs êrîşa li dijî Hêzên Komandos wekî komployekê ku dişibe êrîşên dewleta Tirk a dagirker nirxand.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Birûsk Hesekê di kesayeta her 5 şehîdan de tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî axivî û got: "Yên derdorê deweta Tirk a dagirker, rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê şerê me dikin, dixwazin îradeya gelê me têk bibe. Lê bi fedakariyên şehîdan û berxwedana hêzên me îsrara me ya domandina xeta şehîdên me zêde dibe. Em soz didin ku em ê xeta şehîdên xwe bişopînin û tola wan hilînin."

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.