‘Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’

Li gelek navendên Rojava Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat protestokirin. Di çalakiyan de peyama, “Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin” hat dayîn.

Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin 25 sal li pey xwe hişt. Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin.

KOBANÊ

Konga Star û Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya Qinê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşek li dar xist. Meş li pêşiya Meclîsa Navçeya Qinê dest pê kir û li ber stasyona Îsmaîl Ebdo rawestiya û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Kongra Star Fetûm Oso axivî û got: "Dema ku komplo li dijî Rêber Apo dan meşandin gotin ku em ê Kurdan tune bikin. Ev komploya li dijî Rêber Apo bi destê dewletên desthilat bû. Wê demê gotin çawa me li geliyê Zîlan û şerê Dersimê, Ermenî û Suryanî tune kirin em ê vê sedsalê Kurdan jî tune bikin. Lê berovajî vê jî partiya me partiyeke bi hêz û berxwedaneke mezin raber kirin."

Fetûm di dawiyê de got: "Me hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan girtiye, me raman û felsefeya xwe ji Rêber Apo girtiye. Em ê her tim têkoşînê bilind bikin heta azadiya Rêber Apo misoger bikin."

EYN ÎSA

Li Eyn Îsayê jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Girê Spî bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsayê semînerek da.

Di serî de heveroka PYD'ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl der barê qonaxên jiyana Rêberê Gelê Kurde Abdullah Ocalan û rewşên siyasî yên ku tê re derbas bûye de axivî. Her wiha bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di guhertina têgehên ku desthilata Tirk di nav civakê de belav kiribûn.

Bêrîvan Îsmaîl wiha domand: "Têgiha Rêbertî dûrxustina têgihên mêtinger û vegerandina kevneşopiyên resen ên biratî û pirrengiya gelan bû. Bi saya wî û bi rêya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku wî tev hevalên xwe damezirandine, wî pêvajoya rizgariya fikrî dest pê kir "

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku dewletên desthilatdar di serî de dewleta Tirk a dagirker li ser tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê li hev kirin û got: “Di encamê de jî wan komployek li dijî Rêber Abdullah Ocalan hûnandin û di encama wê de di 15'ê Sibata 1999'an de ew hat girtin.”

Meclîsa Kantona Girê Spî heman semîner li gundêb Curn û Hêşe li dar xistin û tê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kampên koçberên Girê Spî de şîrove kir.

QAMIŞLO

Girêdayî heman mijarê, Meclîsa Navçeya Tirbespiyê a Kantona Cizîrê semînerk ji şêniyan re li dar xist.

Semîner li hola PYD`ê bi beşdarbûna şênî, endamên saziyên civaka sivîl li dar ket. Bi navê Meclîsa Navçeya Tirbespiyê Hisên Omer axivî û komploger şermezar kir. Omer bal kişadan ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker xwest di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tevgera azadiyê tune bike. Lê belê bi saya fikir û felesfeya Rêber Ocalan em îro li ser piya ne."

Paşê li ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan.

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a navçeya Tirbespiyê li parka Kongra daxuyaniyek da û komplo şermezar kir.

Her wiha saziyên sivîl ên navçeyê dest bi çalakiya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine ji bo ku fikir û felsefeya wî bidin nasandin.

Çalakiya xwendina parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê heya 8`ê Adarê berdewam bike.

MINBIC

Li Minbicê ji pêşiya stasyona Muhteriq meşekê dest pê kir û ber bi navenda gundê Muhteriq ê başûrê Kantona Minbicê ve bi rê ket. Di meşê de bi sedan şêniyên kantonê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, meclisên sivîl û Şaredariya Gel a Kantonê beşdar bûn.

Li wir, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hesen El Begarî axivî û got: "Em îro li vir in da ku em banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin."

El Begarî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û pêşeroja geş a gelan berdêl daye û ji 26 salan de girtî ye û got: "Em nerazîbûna xwe li hember tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin û soza domandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû dikin."

TEBQA

Li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniye pêşangehek li dar ket. Endamên saziyên sivîl, leşkerî, nûnerên partiyan û tevgerên jinan û ciwanan û bi dehan şêniyên bajarokê tevlê bûn.

Di pêşangehê de wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Endama rêveberiya Yekîtiya JInên Ciwan Rewda El Elî axivî û got: "Em komployê red dikin, çi pêwîst bike em ê bikin û Rêber Apo azad bikin. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, em ê li ser soza xwe bin.

ŞEHBA

Meclîsa Edaletê ya Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li navenda xwe ya li gundê Til Sûsnê li dar xist.

Endamên meclîs û desteyên kantonê tevlî civînê bûn. Endamên Meclîsa Edaletê Evîn Hec Hemo û Îbrahîm Mistefa civîn bi rêve birin.

Di civînê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.