ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Hesekê ji bo 5 şervanên QSD'ê yên ku şehîd bûne konê sersaxiyê hat vedan
Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê ya malbatên şervanên QSD'ê yên ku di 5'ê Sibatê de li Dêrazorê di êrîşa balafirê bêmirov a milîsên girêdayî Îranê de şehîd bûbûn, kirin. -
Meclîsa Malbatên Şehîdan: Wê destdirêjiya dewleta Tirk bê bersiv nemîne
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pîroziyên gelan li herêmên dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir ku wê destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nemînin. -
'Doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo doza hemû ciwanên azadîxwaz e'
Ciwanên Efrînî diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin, "Divê ciwanên Rojhilata Navîn hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta karê xwe bilind bikin." -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdek xwe eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Ebdusemed El Hemîd di 6’ê Sibatê de li Reqayê di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bûye. -
Li Rojava çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî berdewam dikin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Şêniyên Hesekê 5 şehîdên QSD'ê bi merasîmekê spartina axê
Ji bo 5 şervanên QSD'ê yên li Dêrazorê şehîd bûn, li Hesekê bi beşdariya bi hezaran kesî merasîmek hate lidarxistin. -
Li Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê: 3 jê sivîl 5 kes mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Hûmsê di êrîşan de sê jê sivîl pênc kes mirine. -
Li Sirînê çewlîka mirîşkan hat bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker çewlîka mirîşkan a li gundê Nasro yê navçeya Sirînê bombebaran kir. Di encama êrîşê de gelek mirîşk telef bûn. -
MSD: Divê gelê me li komployan baldar bin
MSD’ê êrîşa bi ser Akademiya Perwerdehiyê ya QSD’ê şermezar kir û got: “Divê gelê me yê li herêmê li hemberî komployan baldar bin.” -
QSD’ê nasnameya 5 şehîdên Dêrazorê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdên êrîşa li dijî cihê petrolê yê El Omer ê li Dêrazorê eşkere kir. -
‘Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’
Li gelek navendên Rojava Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat protestokirin. Di çalakiyan de peyama, “Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin” hat dayîn. -
Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê li dijî komployê meşiyan
Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin. -
Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû: 85 çete hatin girtin
Qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû. Hate ragihandin ku di nava 10 rojan de 85 çete hatin girtin, gelek çek hatin desteserkirin û jineke Êzidî hate rizgarkirin. -
Rêveberiya Xweser êrîşa li dijî hêzên QSD’ê şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li ser akademiya perwerdeyê ya hêzên QSD’ê şermezar kir. -
Dewleta Tirk penaberek bi zorê şand Efrînê, piştre revand
Dewleta Tirk kesek bi zorê ji Tirkiyeyê şand navçeya Bilbilê ya Efrîn a dagirkirî, piştre jî ew revand. -
Di destpêka sala 2024’an de hovîtiya dewleta Tirk
Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê dest bi tevgerê kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşên dewleta Tirk bi hêz dibe. Gelek ji wan hatin girtin, lê li kampa Holê tevgera şaneyan zêde bû. Êrîşên li ser herêmê jî didomin. -
'Xwendin ronahiya gelan e'
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ebûd Mexso da zanîn ku piştî şoreşa Rojava, gel bû xwedî berhemên girîng û got, "Yek ji wan berheman jî pêşxistina çanda xwendinê bû." -
'Ji bo Rêbertî divê em hîn bi xurtî têbikoşin'
Fûad Esad ku salên 1995 û 1998'an Rêberê Gelê Kurd dît, anî ziman ku divê ji bo azadiya wî têkoşîneke xurt bê kirin û got, "Divê em her rojê ji rojek berê hîn baştir bixebitin." -
Leşkerekî hikûmeta Şamê mir
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de leşkerekî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo 6 şervanên QSD’ê yên şehîd merasîma leşkerî hat lidarxistin
Ji bo 6 şervanên QSD’ê yên ku di êrîşa milîsên girêdayî Îranê ya li ser qada petrolê ya Omer a li Dêrezorê de şehîd bibûn, merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. -
Serdana şîna şehîd Seqman kirin: Em ê rêya şehîdan dewam bikin
Şêniyên Kantona Minbicê sersaxî dan malbata şehîd Seqman ku 2’yê Sibatê şehîd bû. -
QSD: Êrîşa li Dêrazorê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hate kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku êrîşa bi droneyê ya li Dêrazorê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatiye kirin, ku di encamê de 6 şervanên QSD'ê şehîd bûn. -
QSD: 6 şervanên me şehîd bûn
QSD'ê diyar kir ku çeteyên hikumeta Şamê êriş birin ser akademiya perwerdeyê ya li Dêrazorê û di encamê de 6 şervanên wan şehîd bûne. -
Serçeteyekî şaneyên suîqastkirinê hate kuştin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin emîrê şaneyên suîqastkirinê ku berpirsê zêdetirî 80 êrîşên suîqastkirinê li Kampa Holê û derveyî wê ye, hate kuştin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Rojava hate şermezarkirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.