Bi hezaran kesan piştgirî dan Sanchez ê ku difikire îstîfa bike

Bi hezaran piştevanên Partiya Sosyalîst a Spanyayê roja Şemiyê daketin qadan û bang li Serokwezîr Pedro Sanchez kirin ku dest ji biryara xwe ya îstîfayê berde.

PIŞTGIRIYA JI SANCHEZ RE

Sempatîzanên sosyalîst li ber navenda giştî ya partiyê ya li Madrîê hatin ba hev û dirûşmeyên mîna “Serok Pedro” berz kirin.

Sempatîzanan pankartên “Spanya hewceyî te ye” û “Pedro, dest jê ne berde” hatin vekirin û piştgirî dan lîderê sosyalîst ê ku xebatên xwe heta biryara xwe ya îstîfayê eşkere bike, sekinandiye.

Pedro Sanchez ê 52 salî ji sala 2018’an ve li ser desthilatdariyê ye. Roja Çarşemê dadgeheke li Madrîdê li ser giliya komeleyeke nêzî rastgirên tund, lêpirsîn derbarê Sanchez vekir. Piştî vê biryarê, Sanchez ragihandibû ku ew îstîfayê difikire.