Serçeteyekî şaneyên suîqastkirinê hate kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin emîrê şaneyên suîqastkirinê ku berpirsê zêdetirî 80 êrîşên suîqastkirinê li Kampa Holê û derveyî wê ye, hate kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê agahiya kuştina serçeteyê şaneyên suîqastkirinê li Kampa Holê û derveyî wê belav kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoveya xebatên hêzên me yên ewlehiyê yên şopandina şaneyên çeteyan de, Dezgeha Ewlekariya Giştî agahî li ser cihê veşartina emîrê suîqastkirinan li hundir û derveyî Kampa Holê girtin. Şeva borî, 4ˊê Şibatê, hêzên me yên taybet HATˊê operasyonek taybet bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî li ser cihê wî yê veşartî di malekê de li ser rêya gundê El Xiwêtle ya li gundewarê Deşîşa li dar xist.

Çeteyên şaneyê gule li hêzên me reşandin, hêzên me jî bersiv dan, di encamê de emîrê bi navê Mehmûd El Lehîbî bi nasnav (Ebû Sufyan) tevî çeteyekî din kuştin.

Her wiha ev tişt hatin desteserkirin:

Damanceyek tevî bêdengiya wê

Çeka klaşînkov

2 tiving

Kembera xwekujî ya bibombeyan

Maskeyek DAÎŞˊê

Xençerek ji bo suîqastkirinan

Ebû Sufyan ji xelkê Iraqî ye û çend şaneyên girêdayî wî li Kampa Holê hebûn û bi Ebû Ubeyda re di nava pêwendiyê de bû. Ebû Ebeyda di operasyoneke hevbeş a hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li nav kampa Holê de şeva çarşemê, 27 kanûnê, 2023ˊyan hate kuştin."