BI DÎMEN

'Parastina destketiyên Kurdan wezîfeya hemû partiyan e'

Endama KNK'ê Esrîn Qadirî Abdullah diyar kir ku dewleta Îranê jî mîna dewleta Tirk zilmê li gelê Kurd dike û got, "Parastina destketiyên Kurdan wezîfeya hemû partiyan e."

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Esrîn Qadirî Abdullah anî ziman ku dewletên Îran û Tirkiyeyê dema mijar dibe gelê Kurd li ser heman xetê digihêjin hev.

Esrîn Qadirî Abdullah destnîşan kir ku di mijara kiryarên qirker ên li ser Kurdan de sîstemên herdu dewletan mîna hev in û got, "Îranê jî, Tirkiyeyê jî zilm li gelê Kurd kir, lê belê gelê Kurd bêdeng nema. Li Rojhilatê Kurdistanê hêzên pêşmerge û partî hene ku daxwaza mafên xwe dikin. Li Tirkiyeyê jî partî hebûn û ew jî bi heman rengî têkoşiyan. Ev herdu hikumet faşîst û totalîter in. Ti carî nehiştin ku gelê Kurdistanê azadiya xwe bi dest bixe. Ji bo min a girîng parastina destketiyên gelê Kurd e. Wezîfeya hemû partî, kesayetên serbixwe û saziyên sivîl parastina van destketiyan e."

ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ DEWAM DIKE

Esrîn Qadirî işaret bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî kir ku 2 sal in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike û got, "Li Îranê ji sala 1957'an û vir ve têkoşîna jinan timî dewam dike. Jinên Îranî bi taybetî jinên Kurdistanî rojeke bi tenê jî bêdeng nemane. Piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma 'Jin, Jiyan, zadî' li Rojhilatê Kurdistanê û hemû bajarên Îranê serhildaneke mezin destpê kir. Em li dijî rejîmeke totalîter û faşîst têdikoşin. Lewma piştî çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê destpê kirin, Komara Îslamî ya Îranê mîna beriya niha kir careke din mijar nixumand. Ji ber vê yekê jî çalakiyên gel, bi taybetî jî yên jinan hinekî ji nedîtî ve hatin. Ev yek nayê wê wateyê ku şoreş wê dewam neke. Niha jî li bajarên Kurdistanê û li hin bajarên Îranê jin li dijî mijara nixumandina serî têdikoşin ku yek ji meseleyên girîng ên Îranê ye. Niha jî li kolanên Kurdistanê û Îranê Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî dewam dike."