Komploya 15’ê Sibatê li Rojava hate şermezarkirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.

Li navçeya Qinê ya Kobanê ji bo şeremzarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Kongra Star ve hat lidarxistin.

Şêniyên navçeyê herikîn bin kon û axaftin hatin kirin. Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye ya Şaxê navçeya Qinê Hîlal Elî axivî û got: " Rêber Apo di nav çar dîwaran de ye, lê raman û felsefeya wî azad in. Em ê har tim li pey fikir û felsefeya Rêberê xwe bin. Ramanên Rêbertî ji dijminên hov re bûne cihê tirsê."

Hîlal El Elî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir jî axivî û wiha got: "Em ê têkoşînê xurt bikin heta dîwarê Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin."

HESEKÊ

Bi heman armancê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê semîner da. Semîner li hola Meclîsa Gel bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan hate dayîn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Foza Yûsif ba bi semînerekê bal kişand ser armancên dewletên ku di komployê de beşdar bûne û rêbazên wan û destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina fikrê azad ê şoreşgerî ye. Foza Yûsif destnîşan kir ku ew siyaset tev bi bin ketine ji ber ku êdî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bûne û bûne çiraya gelên cîhanê.

Beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan bên şopandin û fikrên wî bi awayekî berfirehtir li cîhanê bên belavkirin û asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bê bilindkirin.

TEBQA

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê bi nêzîkbûna salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî, bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Kedkaran Zeyneb Kenan ve li pêşiya avahiya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Tebqayê hat xwendin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku destê îstixbarata cîhanê û herêmê di serî de ya Emerîka, dewleta Tirk a dagirker û Îsraîlê di komployê de hebû.

Di berdewama daxuyaniyê de kiryarên dermirovî û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî hatin şermezarkirin û berxwedana wî ya di nav dîwarên zîndana Îmraliyê de hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşîna xwe û belavkirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta avakirina civakeke demokratîk, azad û aştîxwaz, bidomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû azadîxwazan hat kirin ku tev li têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin ji ber ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelan e.