BI DÎMEN

'Ji bo Rêbertî divê em hîn bi xurtî têbikoşin'

Fûad Esad ku salên 1995 û 1998'an Rêberê Gelê Kurd dît, anî ziman ku divê ji bo azadiya wî têkoşîneke xurt bê kirin û got, "Divê em her rojê ji rojek berê hîn baştir bixebitin."

Fûad Esad ê 70 salî ji Qamişloyê ye û bavê 8 zarokan e. Malbata wî di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de 8 şehîd da. Fûad Esad anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karê wan gelekî hêja didît, lê belê kêmasiyên wan jî bi rengekî cidî rexne dikir.

Fûad Esad di sala 1986'an de PKK nas kir, li ser wê demê jî got, "Heval dihatin serdana malbata me. Heta sala 1990'î weke milîsekî di nava kar de bûm. Zarokên apê min kadroyên PKK'ê bûn. Bi rêya wan min PKK nas kir. Bêguman me berê nas kiribû, bihîstibû, lê belê bi rêya malbata xwe min ji nêz ve nas kir. Sempatiya me ji bo Kurd û Kurdistanê ji xwe hebû, lê belê hebûna kadroyekî PKK'ê li nava malbatê bandoreke mezin dikir. Di sala 1986'an de karekî mezin tune bû. Em timî diçûn serdanê. Ji xwe me nizanîbûn ku Apoyî ne, tenê weke xwendekarên zanîngehê-telebe dihatin naskirin. Em her roj li hev kom dibûn, me sohbet dikirin. Beriya ku hevalan nas bikim li gel rejîmê ez karmend bûm. Destpêkê ji ber vê yekê nikarîbûm bi rengekî çalak tevlî kar bibim, lê belê bi sala 1988'an re min biryar da ku hîn bêhtir tevlî nava têkoşîna PKK'ê bibim."

Fûad got, "Min Rêber Apo di dema destpêkê ya hatina Rojava de nedît, lê belê bi rêya pirtûk û kasetan nêrînên wî digihîşt" û wiha dewam kir, "Mala me êdî bûbû mala Apoyiyan. Yên ku ji Ewropayê ji bo dîtina Rêbertî dihatin, dihatin mala me. Heval her roj li mala me bûn. Me mirovên ku diçûn Qada Rêbertî li hev kom dikir û digihand qadê. Beriya ku biçim gel Rêbertî min meraq dikir bê mirovekî çawa ye. Hêzeke çawa ye ku gelê Kurd dikare li hev kom bike, wê çawa mafê gelê Kurd bi dest bixe. Ji ber vê yekê jî min gelekî dixwest ku wî bi fîzîkî bibînim."

DI SALÊN 1995 Û 1998'AN DE RÊBERTÎ DÎT

Fûad Esad anî ziman ku ji Kantona Cizîrê bi 20 kesên ji jin û mêran pêk dihat di sala 1995'an de çû Şamê û got, "Em şevekî li wê derê man. Rêber Apo beriya bibe êvar dest bi axaftinê kir, heta saet 12'ê şevê axivî. Nirxandinên Rêbertî mîna sohbetê bû, bi pirs û bersivê derbas dibû. Ji bo rewşa gel hîn bibe, ji bo fêhm bike yek bi yek bi me re diaxivî. Kêmasiyên me jî bi rengekî cidî rexne dikir. Keda me didît, lê belê têrker nedidît, digot ku divê em hîn bêhtir hewl bidin. Di sala 1998'an de sê reojan li gel Rêbertî mam. Wê demê gelekî bal dikişand ser têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê. Pêşdîtî bû. Dibetiya lihevkirin an jî şerekî navbera Tirkiye û Sûriyeyê dinirxand. Dîplomasiya bi Sûriyeyê re gelekî girîng didît û ji bo pozîsyona Sûriyeyê nexe metirsiyê li ser rê û rêbazan diaxivî, bi rengekî hesas nêzî vê mijarê dibû."

Fûad ragihand ku ew timî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nava têkiliyê de bû û got, "Beriya ku biçim gel Rêbertî gelekî kelecanî bûm. Li ser silavdayin, hembêzkirin û axaftina bi Rêbertî re difikirîm. Dema ku min Rêbertî dît, bi qedrê me zanî bû, bi rengekî germ pêşwazî kir. Bi Rêber Apo re me diyalogek kir. Min jê pirsî, ku rewşa li Kantona Cizîrê çawa dibîne, karê me digihêje encamê yan na. Karên me hêja didît, lê belê têrker nedidît. Wekî din bi rêya telefonê bi Rêbertî re timî di nava têkiliyê de bûm. Min saetên randevûyê amade dikir. Rêbertî bixwasta bi kê re hevdîtinê bike saet û nav digot. Min jî randevû digihand kesê ku dixwaze pê re biaxive."

DEMA KU HATE BIHÎSTIN, HER KESÊN EW NAS DIKIR HEJIYAN

Fûad Esad anî ziman ku ne tenê gelê Kurd lê belê gelê Suryan, Asûr û Ereb jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî sempatî bûn û got, "Derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê gel gelekî bi hêrs kir. Li hemberî Tirkiye, Sûriye û welatên Ewropayê nefretekê rû dabû. Li hemberî Rêber Apo xiyaneteke mezin hatibû kirin. Hebûna Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Hebûna Rêber Apo tê wateya azadiyê. Gelê Kurd azadiya xwe bi Rêber Apo re dibîne. Rêberekî pêşverû ye. 15'ê Sibatê rojeke reş bû. Dema ku me dîlgirtina Rêbertî bihîst, gel hejiya, nekarî li şûna xwe bisekine. Ne tenê gelê Kurd hejiya. Gelên Suryan, Asûr û Ereb ên Rêbertî nas dikirin jî hejiyan. Ji ber ku komploya 15'ê Sibatê di şexsê Rêbertî de li dijî gelên li dora Rêbertî bi taybetî jî li hemberî gelê Kurd, li hemberî gelan hate kirin."

Fûad destnîşan kir ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîneke xurt bê meşandin û got, "Divê em her rojê ji rojek berê baştir bixebitin ku karibin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Divê gel dakevin qadan û hîn bi xurtî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin."