QSD: 6 şervanên me şehîd bûn

QSD'ê diyar kir ku çeteyên hikumeta Şamê êriş birin ser akademiya perwerdeyê ya li Dêrazorê û di encamê de 6 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişeke çeteyên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervan şehîd bûne.

Navendê di daxuyaniyê de got: "Di êrişa balafireke xwekuj de ku ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li zeviya El Omer a rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne. "

Di dewama daxuyaniyê de navendê wiha destnîşan kir: "Di dema ku em êrişa terorîst şermezar dikin, em ê bersiva guncew bidin jêdera êrişê."