BI DÎMEN

'Xwendin ronahiya gelan e'

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ebûd Mexso da zanîn ku piştî şoreşa Rojava, gel bû xwedî berhemên girîng û got, "Yek ji wan berheman jî pêşxistina çanda xwendinê bû."

Di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de li Rojava pêngaveke dîrokî hat avêtin û bi ragihandina Şoreşa Rojava re pêşketinên herî girîng a dîrokî pêk hatin. Şoreşa Rojava di nav êrîş û komkujiyên mezin de derbas bû. Lê belê di encama berxwedan û lehengiya şervan û gelê Kurd de şoreş îro bû malê tevahiya gelan. Hêzên şoreşger çeteyên faşîst ên paşverû yên DAÎŞ’ê têk birin û bi hezaran şehîd canê xwe feda kirin da ku hemû cîhan ji xeteriyeke mezin rizgar bikin û bi ser ketin.

Ev şoreş destpêkê bi saya xebat û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dehan salan pêk hatiye. Û di vê çarçoveyê de li ser bingeh, fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ketiye û heta roja me ya îro hatiye.

Tevî şert û mercên dijwar ên ku gelê Kurd di nav de derbas bûn jî, gelek destkeftî hatin bi dest xistin. Yek ji van destkeftiyan jî, pêş xistina çanda xwendinê bû ku di nava civaka me de roj bi roj belav dibe. Ji ber ku pergala desthilatdariyê ya rejîma BAAS’ê nedixwest civakek zane pêş bikeve. Ji ber ku zanebûna civakê wê dawî li pergala heyî bianîba. Bi vê armancê gelê me yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di vê mijarê de bûn xwedî zanîn ku şoreş bi xwendinê pêkan e.  

DI SALA 2019’AN DE BAXÇEYÊ XWENDINÊ HATE AVAKIRIN

Bi vê armancê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê di sala 2019’an de tevî ku di rewşên şer û berxwedaniyê de bûn, Baxçeyek Xwendinê li bajarê Qamişloyê ava kiribû.  

Di Baxçeya Xwendinê de pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene û her wiha çalakiyên çandî lê têne lidar xistin. Ev baxçe ji bo ku ciwan û nifşên nû çanda xwe nas bikin û xwendina xwe bikin derfetek ava kir.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso, derbarê armanca avakirina Baxçeya Xwendinê de û xebatên ku pêk tînin ji ANF’ê re axivî.

Ebûd Mexso, diyar kir ku di sala 2017’an de, ji bo avakirina baxçeya xwendinê biryar û amedekarî dihat kirin û wiha got: “Pêşî Desteyên Rêveber û Yekîtiya Rewşenbîrên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara avakirina baxçeyê xwendinê tevî Rêveberiya Xweser û Şaredariya Bajarê Qamişlo girtin. Ji aliyê Rêveberiya Xwerser ve ev biryar di sala 2019’an de hat erê kirin û di heman salê de baxçe hate avakirin.”

PIRTÛKÊN BI ZIMANÊ EREBÎ, KURDÎ Û ÎNGILÎZÎ CIH DIGIRIN

Ebûd Mexso, anî ziman ku di nava baxçeya xwendinê de pirtûkxaneyek heye û wiha axivî, “Di pirtûkxanê de pirtûkên bi zimanên cuda hene. Mînak pirtûkên bi zimanê Erebî, Kurdî û Îngilîzî cih digirin. Her wiha ji bo çalakiyên çandî û semînerên wêjeyî holek heye, ew jî di sala 2020’na de hat avakirin."

Mexso, da zanîn ku di salên pêşî de asta xwendinê gelek lewaz bûye û wiha domand: “Pêşî pirtûkxane rastî eleqeyek mezin ne hat, lê bi demê re me dît ku ciwan, nivîskar û rewşenbîr berê xwe didin pirtûkxaneyê û pirtûk dixwînin. Baxçeya Xwendinê bû navendek ku çanda xwendina pirtûkan lê pêş bikeve û berfireh bibe.”

‘LI TEVAHIYA BAJARAN WÊ BAXÇEYÊ XWENDINÊ BÊN AVAKIRIN’

Mexso, da zanîn ku di sala 2022’an de li bajarê Hesekê jî Baxçeyê Xwendinê hatiye avakirin û wiha dewam kir, “Pirtûkxane û hola çalakiyan jî li baxçeya xwendinê ya bajarê Hesekê heye. Em niha hewl didin ku baxçeyên xwendinê li hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bidin avakirin. Niha jî ji bo ku em li Girkê Legê bexçeyek xwendinê vebikin, amadekarî tên kirin.”

‘DI NAVA CIWANAN DE PÊŞKETINEK MEZIN ÇÊBÛ’

Ebûd Mexso, diyar kir ku wan li baxçeya xwendinê peykerên Seydayê Cegerxwîn, Osman Sabrî, Şêrko Bêkes û Apê Mûsa danîne û got, “Ev yek bala rewşenbîr û nivîskaran dikêşe û dihêle ku wan bîne ba hev. Ev yek gavek girîng çêdike. Hem ji bo ciwanan û hem jî ji bo gel. Niha jî gelek ciwan berê xwe didin baxçeya xwendinê, da ku xwendin û çanda xwendina xwe pêş bixin. Bi vekirina vê baxçeya xwendinê re guhertinek pir mezin di aliyê xwendin û nivîsê de çêbûn. Gelek ciwanên me bi temenê xwe yê biçûk pirtûk bi navê xwe nivîsandin û bûn nivîskarê sibeşerojê. Ev jî ji bo gelê Kurd pêşketinek pir mezine. Her wiha ne tenê ciwan bi vê baxçeya xwendinê bandor bûne, gelek kesên bi temen mezin tên baxçeyê da ku pirtûkan bixwînin. Ev jî bi xwe re guhetinek zihnî pêk tîne.”  

Ebûd Mexso li ser armanca vekirina baxçeya xwendinê jî ev tişt anîn ziman, “Armanca sereke ew bû ku raman û felsefeya Rêber Apo, baştir di nava gelê me de bihata nîqaşkirin û zindî bihata hiştin. Armanca duyemîn, nifşên nû ji çand û kevneşopiyên xwe qut nebin û asta lêgerîna wan mezinkirin bû. Ya sêyemîn jî li dijî pergala qirkirinê ya bi sedan salan, bi zimanê xwe xwendin û pêşxistina wê bû.”