BI DÎMEN

Gelê Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk daket qadan: Em ê bi ser bikevin

Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelê Kantona Firatê daket qadan û diyar kir ku ew bi gerîla re ne û ew ê bi ser bikevin.

Li Kobanê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, meş hate lidarxistin. Şêniyên Kobanê ji ANF’ê re axivîn û bertek nîşanî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk dan.

Hevserokê Veguhestinê ya Kantona Firatê Dilxwaz Necîb diyar kir ku Erdogan car din derbasî bajarê Iraqê dibe da ku planên xwe yên qirêj pêk bîne û got: "Bi riya xiyanetê dewleta Tirk êrîş dike. Erdogan jî ji bo planên nû li Iraqê ye. Em weke gelê Kantona Firatê çi dibe bila bibe, em ê tu carî gerîlayên xwe bi tenê nehêlin. Em ê bi hêz û îradeya xwe jî planên dagirkeriyê têk bibin û em ê serkeftinê misoger bikin. Çawa ku gelê me yê Wanê di hilbijartinê de bi ser ket, em ê jî her bi ser bikevin û em ê teqez faşîzmê têk bibin. "

‘EM Ê SERKETINÊ TEQEZ BIKIN’

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Necmê Kinco jî axivî û wiha got: “Ger yek ji me mabe jî em ê bi gerîlayên xwe re bin. Em ê bi îradeya xwe teqez faşîzmê têk bibin. Em ê her li qadan bin, gerîlayên me berxwedaniyê çawa ji bo azadiyê dikin, em jî weke gelê Kantona Firatê em ê her li qadan bin û em ê jî ji bo piştgiriya gerîlayên xwe li ber xwe bidin. Em ê bi zarok, mal, milk û hêza xwe jî îxanet û dagirkeriyê têk bibin. Em wek dayîkên Şehîdan ji Kobanê heta çiyayên azad berxwedaniya gerîla silav dikin, gerîla zarokên vî gelî ne, em gel jî em ê li pişt wan bin. Em gelê Kurd li cîhanê hatin naskirin, em bi ser ketine.”

‘EM BI HÊZA GERÎLA BAWERIN’

Şêniyê bi navê Nedîm Ehmed jî destnîşan kir ku dewletên navnetewî jî bi dewleta Tirk re dixwaze gerîlayên azadiyê tune bike, lê ew ê xwedî li gerîlayên xwe derkevin û got: "Gerîla zarokên me ne, em ê her bi zarokên xwe re bin. Gerîlayên me mafên xwe dixwaze û em jî bi hêza wan bawerin."