Wê xelatên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê bên eşkerekirin

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 1’emîn di saetên şevê de wê bi merasîma xelatan bi dawî bibe.

Di festîvalê de wê herî dawî di saet 18.00’an de fîlmê Berbû were nîşandan û piştre wê xelat bên eşkerekirin.

8 XELAT WÊ BÊN DAYÎN

Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorf a 1’emîn de wê 8 xelat bên dayîn. 4 xelatên bi navê “Xelata Piştgiriya Projeya Nû” wê bên dayîna derhênerên fîlmên kurt. Jurî wê diyar bikin ka wê kî/ê welat wergirin. Di vê kategoriyê de bi giştî 14 fîlmên kurt di nava pêşbirkê de ne û ji her parçeyekê Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) wê xelat bê dayîna derhênerekî.

Ji bo fîlm û belgefîlmên bi metraja dirêj, 4 xelat hatine cudakirin û navên wan wiha ne: Xelafa Fîlm a Mafên Mirovan, Xelata Sînemaya Berxwedêr a Halîl Dag, Xelata Jîna Emînî û Xelata Fîlm a Yilmaz Guney.

Komîteya Amadekar a Festîvalê xwediyên van xelatan diyar dike. Hat gotin ku armanca xelatê “bi rûmet kirine” û ji bo xelatê krîterên esas weke ked, maf, têkoşîn û jin hate diyarkirin.

Hin derhêner wê di kategoriya fîlm û belgefîlmên bi metraja dirêj, bikevin pêşbirkê. Hin ji wan derhêneran û berhemên wan, ev in: Mano Xelîl (Cîran), Dersim Zerevan, Zayne Akyol (Rojek), Reger Azad Kaya (Gava Şitil Mezin Dibin), Sevinaz Evdike (Berbû), Ozkan Kuçuk (Rojbaş), Alba Sotorra (life after ISIS), Hanna Polak (Angels of Sinjar), Derya Denîz (Hêza) Maria Binder (Eren), Devrim Tekinoglu (Ra), Reber Dosky (Daughters of the Sun), Nuray Şahin (Ez Edeletê Dixwazim), Şero Hinde (Evin di Rûyê Qirkirinê de), Ebrahim Saedi (The Taste of Water). Lewma temaşevan pir bi meraq li benda saeta xelatê ne.

FÎLMÊN KU DI NAVA ROJÊ DE WÊ BÊN NÎŞANDAN

Di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorf a 1’emîn de, wê vê roja Yekşemê hemû fîlm di sînemaya Metropol Saal de bên nîşandan. Merasîma xelatan jî wê li vir were kirin. Berhemên ku îro bên nîşandan, ev in:

Gava Şitil Mezin Dibin: Saet 12:00
Firmeskên Ava Zê: Saet 13:45
Bihar: Saet 13:45
Letter Of Shengal: Saet 14:00
Jinwar û Gotûbejin: Saet 15:45
Berbû: Saet 18:00