Serdana şîna şehîd Seqman kirin: Em ê rêya şehîdan dewam bikin

Şêniyên Kantona Minbicê sersaxî dan malbata şehîd Seqman ku 2’yê Sibatê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, komîte, saziyên wê, meclîsên sivîl, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Eniya El Ekrad sersaxî dan malbata şehîd Seqman (Hîlan Celwî El Ferîc El Selame) ku şervanê Eniya El Ekrad e û 2’yê Sibatê li eniyeke Minbicê di berxwedana li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûye.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantonê konê sersaxiyê li bajarê Minbicê veda. Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantonê Meryem Mihemed axivî û got: "Ji bo gelê me azad be, şehîdan canê xwe feda kir. Fedakariyên wan dê her tim di dîrokê de zindî bin."

Meryem soz da ku rêya şehîdan li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û dê destkefiyên şehîdan biparêzin.

Ji fermandarên Eniya El Ekrad Mihemed El Elî axivî û got: "Ji bo hêzên me her şehîdek çirûskeke ku rêya me ronî dike. Şoreşa me ya bi şehîdan dest pê kiriye, dê heta avakriina welatekî ewle berdewam bike."

El Elî wiha domand: "Em ê tola şehîdan hilînin û soz didin ji bo fedaî gelê xwe bin."

Hevserokê Meclîsa Xeta Xerbî ya Minbicê Mistefa Şêx Hisên jî got: "Erdogan nekarî fitneyê di navbera êlên herêmê de çêke. Ji ber wê, şervanên me bi balafirên bê mirov hedef digire, qaşo ji bo ku me bitirsîne."

Şêx Hisên ev li gotinên xwe zêde kir: "Çi dibe bila bibe em dev ji rêya şehîdan bernadin. Her çiqas dijminê me har bibe jî, ev bawerî di wijdanê me de ye. Em ê wê ji nifşên bê re bikin rê, ji bo ku serkeftin pêk were, em ê li du hev şehîdan bidin. Şehîdên me wê her tim di dilê me de bin."

Di dawiya merasîmê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" hatin berzkirin.