QSD: Êrîşa li Dêrazorê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hate kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku êrîşa bi droneyê ya li Dêrazorê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatiye kirin, ku di encamê de 6 şervanên QSD'ê şehîd bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa vê sibê ya li dijî akademiya perwerdeyê ya Hêzên Komandos a li Dêrazorê agahiyên nû parve kirin. 

Hêzê destnîşan kir ku komên ser bi Îranê ve berpirsê êrişê ne û ji herêmên hikumeta Şamê ve êriş kirine.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di dewama daxuyaniyê de got: "Hêzên me, têkildarî êrişê lêpirsîn çêkir. Diyar bû ku milîsên Îranê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êriş kirine."