BI DÎMEN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanên şehîdan hate kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kesan, bi wesîleya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan kirin.

SERDANÊN LI GORISTANÊN ŞEHÎDAN

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Cejna Remezanê bi serdanên Pakrewangehan destpê kir. Di berbanga sibehê de li bajarên Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Efrîn-Şehba, taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê serdana Pakrewangehan hat kirin.  

Malbatên şehidan, gaziyên şoreşê, rêveberên partî, sazî û dezgehan û bi hezaran kesan gorên şehîdan ziyaret kirin, gul danîn ber wan û dua kirin. Li pêşiya pakrewangehan jî şekir hatin belavkirin.