ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Aştiyê: Em ji bo sekinandina şer li vir in
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya di roja 3’yan de çalakiya xwe bi dawî kirin. Dayikan diyar kirin ku heta ku şer disekine ew ê her weke mertalên zindî tevbigerin. -
Li Kirşehîrê girtiyan dest bi grevê kirin
Li Girtîgeha Kirşehîrê, girtiyan li dijî binpêkirina maf dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Girtiyan gotin, “Heta daxwazên me werin bi cih anîn, wê çalakiya me berdewam bike.” -
Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê li dijî qereqola Jendermeyan çalakî kirin
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyanî da û ragihand, ku yekîneyên Wanê di çarçoveya pêngava ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike de, li dijî qereqola jendermeyan çalakî kirine. -
DEM Partî: Xizanî ne qeder e, werin em vê pergalê biguherînin
Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya DEM Partiyê got: ‘’Xizanî ne qeder e, encama tercîhên siyasî yên desthilatan e. Werin em vê pergalê biguherînin.’’ -
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re pêk bînin serlêdan kirin
Parêzerên Baroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Ji bo Karkerên Fernas rêya muzakereyê hate vekirin
Karkerên Fernas ragihandin ku di encama berxwedana wan a ji Somayê heta Enqereyê dewam kirî de, rêya muzakereyê hate vekirin. -
Karkerên li Şîrecî Tekstîlê di nava şert û mercên xirab de tên xebitandin
Karkerên li Şîrecî Tekstîl a Dîlokê dixebitin, anîn ziman ku xwarina wan gelek ne baş e, xwarina kevn tê germkirin û şert û mercên xebatê ne bi ewle ye. -
ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 84 salî sewqî Îskenderûnê hat kirin
Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 84 salî, dîsa sewqî Girtîgeha Îskenderûnê hat kirin. -
Baroya Wanê: Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin
Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîşê de ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, daxuyanî da û got: “Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin.” -
Greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî di roja 6’an de ye
Tevna Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku Werîşe Muradî ya ku 6 roj in di greva birçîbûnê de ye, tedawî red kiriye. -
Nêçirvan Barzanî li Enqereyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo karibe Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bibîne gihîşt Enqereyê. -
Yekîneya bersivdanê ya YPS JIN li bazirganên narkotîkê xist
Yekîneya Bersivdanê ya Zîn Amed a YPS JIN ragihand ku li navçeya Farqîn a Amedê li dijî bazirganên narkotîkê bi armanca hişyarkirinê çalakiyek kiriye. -
Êrîş li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Înegolê hate kirin
Rêxistina Navçeya Înegolê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bû hedefa êrîşekê. -
Li Egeyê keştiyek koçberan noq bû: 2 pitik û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
Ewlekariya Peravî ya Yewnan ragihand ku li peravên girava Kos a li Derya Egeyê keştiye koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku di bûyerê de 2 pitik û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Amedê 15 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya hêzên dewleta Tirk de li Amedê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. -
ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîteya Çalakiyê ya Filistînê: Herikîna petrola ku Xezeyê dişewitîne rawestînin
Komîteya Çalakiyan a Fîlîstînê ji bo şermezarkirina rejîma AKP'ê û hevkarên wê yên ku sewqiyata petrolê bi dewleta Îsraîlê ya ku gelê Filistînê li Xezeyê bi saxî dişewitîne didomîne, ji Tunela Taksîmê heta Qada Şîşhaneyê meşiyan. -
17 saziyan ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû bang kirin
17 saziyên li Wanê xwestin girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû yê ku bi sendyeyê birin girtgîehê û ne pêkan e ku li girtîgehê tedawî bibe, serbest were berdan. -
Nêzî 200 akademîsyen piştgirî dan karkarên Fernasê
Nêzî 200 akademîsyen ji bo piştgiriyê bidin karkerên Fernasê yên ji ber endamtiya sendîkayan ji kar hatin avêtin û li Enqereyê di çalakiyê de ne kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. -
Leşkeran êrîşî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin: Dayik hatin binçavkirin
Dayikên Aştiyê li dijî şer li navçeya Silopiyayê li hev civiyan. Leşkerên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û gelek Dayikên Aştiyê binçav kirin. -
Cenazeyê xwendekara winda Rojîn Kabaîş hat dîtin
Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku 18 roj in winda bû hat dîtin. -
Bakirhan: Divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin." Bakirhan got, "Em Kurd, kedkar û bindest xwediyê esasî yê vî welatî ne." -
Cenazeyê Apê Nemir bi merasîmeke bi heybet hate veşartin
Yek ji sembola berxwedana Kobanê û şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Apê Nemir duh ji ber êşa dil li Kobanê şehîd bû. Îro jî bi merasîmeke bi heybet cenazeyê wî spartin axê. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin, careke din serlêdan kirin.