DEM Partî: Xizanî ne qeder e, werin em vê pergalê biguherînin

Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya DEM Partiyê got: ‘’Xizanî ne qeder e, encama tercîhên siyasî yên desthilatan e. Werin em vê pergalê biguherînin.’’

Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya DEM Partiyê bi boneya ‘17’ê Cotmehê Roja Jiholêrakirina Xizaniyê ya Navneteweyî’ daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Xizanî ne qeder e jî, encama tercîhên siyasî ya desthilatan e. Li Tirkiyeyê a niha ji ber polîtîka û kiryarên desthilatdariya AKP- MHP’ê  yên weke newekhevî, bêkarî, buhabûn û kiryarên nedemokratîk  her ku diçe hejmara xizanîyê zêdetir dike.’’

Berdewamiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Ev rejîm jî di serî de desthilatdariya AKP-MHP’ê û nûnerên rejîmên din jî nikarin xizaniyê bi dawî bikin. Çimkî patron jî û nûnerên patronan ên siyasî jî xwe dispêrin xizaniyê. Lê belê ji bo hemû endamên civakê wekhevî, azadî, rûmeta mirovahiyê, aşitî, jiyana ewle û şert û mercên xebatê û ewlehiya civakî jî di nav de pêkan e ku bi dabînkirina hemû naveroka Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan  û bi polîtîkakayên ku aramiya xweza û însanan hedef dike, xizanî bi temamî ji holê were rakirin.

Di roja me ya îroyîn de jin xizan in. Çimkî ev pergal dijminê jinan e. Karker, gundî û esnaf xizan in. Çimmkî ev pergal dijminê karker, gundî û esnafan e.  Li gundan dibistan tune ne, li cihên heyî jî zarok birçî ne. Çimkî ev pergalê dijminê zarok û perwerdeyê ye. Di roja me ya îroyîn de ciwan ji ber bêkariyê di rewşeke gelekî xirab de ne. Ji xwendekarên zanîngehê re wargeh û xwarin tune ye. Gelek ji wan ji ber xizaniyê bêçare ne û qeyda xwe ya zanîngehê çêdikin û vedigerin li cem malbata xwe. Çim kî ev pergal dijminê ciwan û pêşeroja azad e.

Bi boneya ‘17’ê Cotmehê Roja Jiholêrakirina Xizaniyê ya Navneteweyî’ em dibêjin: ‘Werin em bi hev re li dijî vê pergalê li ber xwe bidin. Guh bidin vê bangewaziyê; Werin em bi hev re têbikoşin û bi hev re biguherînin.’’