Dayikên Aştiyê: Em ji bo sekinandina şer li vir in

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya di roja 3’yan de çalakiya xwe bi dawî kirin. Dayikan diyar kirin ku heta ku şer disekine ew ê her weke mertalên zindî tevbigerin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Dayikan, di roja sêyemîn de çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. Gelek Dayikên Aştiyê yên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê, parlamenterên DEM Partiyê, MEBYA-DER, TUHAD-FED û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniyê de axivî. Uysal, wiha got: “Dayikan, daxwaza dayikan ew bû ku di mijara şerê li Kurdistanê tê domandin û aştiyê de gav bên avêtin. Mîna her carê, ev sê roj in dayikan ji bo bidawîkirina şer seknek nîşan dan. Ji Meclisê heta qadan, ji çalakiyên Gemlîkê heta çalakiya azadiyê û di çalakiya îro de, Dayikên Aştiyê li her derê xwestin rêya çareseriyê nîşan bidin.”

Uysal, da zanîn ku daxwaza aştiyê ya dayikan daxwaza tevahiya gelê kurd e û wiha pê de çû: “Daxwaza aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê tê ragirtin. Dayikan di van 3 rojan de tevî her cureyên zordestiyê jî nobeta xwe domandin. Xwestin îro li vir bi daxuyaniyekê nobeta xwe bi dawî bikin. Rewşa şer a li Rojhilata Navîn, zextên li Bakur û nêzikatiya li hemberî pirsgirêka kurd jî helwesteke rast û gavên şênber ferz dike. Dayikan li vê derê nêzikatiya xwe nîşan dan.”

Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren spasiya hemû dayikên bi daxwaza aştiyê tev li nobetê bûn kir. Eren, wiha domand: “Ez li ser navê hemû Dayikên Aştiyê bang li Barzanî dikim; em ji bo sekinandina şer li vir in. Bila destê xwe ji xwîna kurdan bikişînin. Heke em şîv bûn, ew jî taştê ne. Heta ku şer disekine em ê her weke mertalên zindî tevbigerin. Em ji bo aştiyê amade ne û şer naxwazin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana dayikan” û bi çepikan bi dawî bû.