Li Kirşehîrê girtiyan dest bi grevê kirin

Li Girtîgeha Kirşehîrê, girtiyan li dijî binpêkirina maf dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Girtiyan gotin, “Heta daxwazên me werin bi cih anîn, wê çalakiya me berdewam bike.”

Necdet Ozturk ê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, di hevdîtina heftane ya bi rêya telefonê li gel malbata xwe de, têkildarê binpêkirina maf ê ku li girtîgehê dijî ji malbata xwe ya li Dîlokê dijîn re vegot. 

Ozturk, da zanîn ku girtiyan nayînin cem hev û bi hev re dernaxînin atolyeyan. Ozturk, diyar kir ku ew li dijî binpêkirinan têdikoşin û ev agahî parve kir: “Me li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbînê ya dorveger kir. Her sê rojan carekê dê komek dewr bigire. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê çalakiya me bidome. Niha em sê heval li cem hev in lê her hevalekê me danîne quncikekî. Em bi zor û zehmet dengê hev dibihîsin. Di roja Duşemê de me dest bi çalakiyê kir û xwestin bi darê zorê me ji hucreyê derxînin. Ji ber ku zexta raya giştî heye nikarin niha êrîş bikin. Çendek roj berê parêzer û parlamenter hatin û me rewş ji wan re vegot.”