Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re pêk bînin serlêdan kirin

Parêzerên Baroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî hatin kirin.

Parêzeran di heman demê de ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.