Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê li dijî qereqola Jendermeyan çalakî kirin

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyanî da û ragihand, ku yekîneyên Wanê di çarçoveya pêngava ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike de, li dijî qereqola jendermeyan çalakî kirine.

ÇALAKIYA YCWK’Ê

Di daxuyaniya hatî dayîn de, hate ragihandin ku di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, Rêber Apo azad bikin” de çalakî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “16’ê Cotmehê di derdora saet 22.30’an de yekîneyên me li Fermandariya Cendirmeyan a Wanê bi bombeyan li dijî kûleyên çavdêriyê yên di hundirê fermandariyê de, çalakî kirine. Piştî çalakiyê dagirker şok bûn û belavî derdor bûn, li qadê şewat derket lê belê hejmara birîndaran nehate zelalkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YCWK wê berpirsyariya xwe ya dîrokî bidomîne û ev bang kir: “Di vê pêvajoya dîrokî de em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber Apo kom bibin û timî di nava çalakiyan de bin.”