KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Desteya Eşîran a Şengalê li dijî dagirkeriyê daxuyanî da
Desteya Eşîran a Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da. Desteyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew ku herêmê vale bike û veguherîne qadeke leşkerî. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Arvîn Huseynî hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) ku li Şirnexê şehîd bû, li goristana bêkesan hate veşartin. -
Xelkê Behdînanê li dijî dagirkeriyê serî hilda
Li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê gel li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû ser piyan. -
Rojnamevan: Li dijî êrişên dewleta Tirk divê tedbîr bêne wergirtin
Rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên li Şengalê êrişa dewleta Tirk a li Şengalê ya li ser wesayita çapemeniya azad şermezar kriin û ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê yên rojnamevanan bang kirin. -
Rahîb Joe Ryan: Abdullah Ocalan lîdereke ku îlham dide mirovan
Yek ji rahîbên teqawid ê Serpîskopostiya Westminster a Londonê Joe Ryan diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham dide mirovan. Ryan nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got: “Ev tiştekî ne mirovî ye.” -
Rapora li ser şewatê: Xemsarî û astengî felaket mezin kir
Rêxistinên ekolojiyê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li ser şewata li Amed û Mêrdînê raporek amade kirin ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Cezayê girtîgehê li 4 mamosteyên Kurd hate birîn
Dadgeha Merîwanê 4 meh cezayê girtîgehê li 4 mamosteyên Kurd birî. Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku êriş, gef û zextên dewleta Îranê yên li ser daxwazên azadiyê dewam dikin. -
'Mala Barzanî rênîşander û pêşenga xeta xiyanetê ye'
Dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst berdewam dike û gelê Başûrê Kurdistanê têkildarî vê mijarê fikarên xwe tîne ziman û dibêje: “Mala Barzanî rênîşander û pêşenga xeta xiyanetê ye.” -
Şîwanî: PDK nahêle waliyekî Kurd bê hilbijartin
Wezîrê Edaletê yê Iraqê diyar kir ku Walîtiya Kerkûkê dikare ji Kurdan be, lê belê PDK li pêşiya vê yekê dibe asteng. -
Dewleta Tirk li Xabûrê bi destê cerdevanan daran dibire
Dewleta Tirk a dagirker li Xabûr 2 a navbera navçeyên Qilaban û Elkê yên Şirnexê bi destê cerdevanan dest bi birîna daran kir. -
HPG: Şoreş Zêwkî di encama xiyanetê de şehîd bû
HPG'ê ragihand ku Şoreş Zêwkî li Serhedê di encama xiyanetê de şehîd bû û got, "Hevrêyê me Şoreş bi hezkirina ji gel û welatê xwe, bi dilsoziya bi armanc û hevrêtiya xwe, bi wêrekî û şoreşgeriya xwe ya mînak wê timî bibe rêber ji hevrêyên xwe re." -
Xelkê Şengalê bi meşeke girseyî li pişta çapemeniya xwe sekinî
Xelkê Şengalê bi meşeke girseyî êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û xwedî li saziyên xwe yên çapemeniyê derket. Şengaliyan gotin, "Çira TV û Çira FM rastiya wan vedibêjin." -
Kalkan: Divê em her derê bikin qada şer û berxwedanê - NÛ BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê têkoşîn li ser bingeha tundiya şoreşgerî bê meşandin û got, "Divê hemû qadan bikin qadên şerê antîfaşîst û berxwedanê. Hêzên şoreşger û demokratîk divê têkoşînê hîn radîkal bikin." -
Dewleta Tirk nuqteyeke pêşmergeyan a li Sergelê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên PDK’ê yên li Sergelê bombebaran kir. Hate diyarkirin ku hinek pêşmerge birîndar bûne. -
Sicîlên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê bên bicihkirin hatin belavkirin
Sicîlên çeteyên DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê wê li Başûrê Kurdistanê bên bicihkirin, hatin belavkirin. -
Berdevkê Çapemeniyê yê HPG’ê: Serwerî di destê gerîlayan de ye
Serdar Yektaş ê Berdevkê Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê û têkoşîna gerîlayan ji raya giştî re hin agahî parve kirin. -
'Niştiman dayika me ye û dayika me wê vê bêhelwestiya desthilatdaran efû neke'
Rewşenbîr û hunermendên başûrê Kurdistanê li ser êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Niştiman dayika me ye û dayika me wê vê bêhelwestiya desthilatdaran efû neke." -
Hêzên gerîla li Zap, Xakurkê û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Xakurkê û Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker gelek çalakî kirin. -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG’ê diyar kir ku li Zapê 2 gerîla şehîd bûn û got: “Bi kûrahiyên xwe ya di felsefeya Apoyî de, dilnizmî û kesayetên xwe yên gihiştî ji hemû hevrêyên xwe re bûn milîtanên mînak.” -
Ya Memyan çîrkokeke avabûnê ye
Ya Memyan çîrokeke avabûnê ye ku kariye bibe hevrêyê kedê û cewhera PKK’yîbûnê bi dest xistiye. Berpirsiyariya şopdariyê girtiye ser milên xwe û li girêdayî vê yekê bûye şervanê jiyanê. -
Yê ku agir berda Mawayê artêşa Tirk e, vaye wêneyê wê!
Bi wêneyên nû eşkere bû ku şewata li herêma Çiyayê Mawa ya navçeya Heskîf a Êlihê ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye derxistin. -
Dayikên Şengalê: Kes nikare Çira me vemirîne
Dayikên Şengalê li ber êrişa dewleta Tirk a li ser kedkarên çapemeniya Şengalê rabûn û gotin, "Kes nikare Çira ya me vemirîne." -
Berpiryarê şewatê DEDAŞ e
Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî diyar kir ku berpirsyarê herî mezin ê şewata li herêmê DEDAŞ e. -
Asayîşa Êzidxanê der barê êrîşê de daxuyanî da
Asayîşa Êzidxanê daxuyand ku êrîşa hewayî ya li dijî wesayîta komek rojnamevanên Êzidî ya li Şengalê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. -
'Meşa hurmeta ji îradeyê re' di qonaxa dawî ye
'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê destpê kir, bi 10 kîlometreyên dawî dewam dike. Di meşê de li dijî polîtîkayên desthilatdariyê û mejiyê talanker banga têkoşînê hate kirin.