KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
Li Şirnexê Çiyayê Cûdî û Gabar jî di nav de gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin. -
Li kampa Xankê 100 Şengaliyan ji bo vegera li warê xwe serlêdan kirin
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê bi rengekî girseyî vedigerin Şengalê. Li gorî agahiyan, li kampa Xankê ya Dihokê 100 koçberên din ên Şengalî ji bo vegera li warê xwe serlêdan kirine. -
Çalakiyên silavkirina Roja Fedaîtiyê: 4 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê çalakî kirin. 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, konteynirek û çeperek hatin îmhakirin. -
Doza darizandina rojnamevanê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, hate taloqkirin
Doza rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin û têkiliya wî bi derve re bi giştî hate birîn, dawiya dawî destpê kir. Lê hate taloqkirin. -
Bêrîtan Guneş: Şewat, kuştineke bi zanebûn e!
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş anî ziman ku şewat xemsariyeke ji rêzê nîne, lê polîtîkayeke bi zanebûn e û diyar kir, li cihê ku zerar li gel bû, rayedaran hewl dan berpirsyariya xwe veşêrin. -
Gerîlayên YJA Starê bi şanoyê Zîlan bi bîr anîn
Gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku 30’ê Hezîrana 1996’an li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir, şanoyek lidar xistin. -
Êrişên dagirkeriyê. YNK'ê bang li Bexda û Hewlêrê kir ku bêdeng nemînin
Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê binpêkirina qanûnên navneteweyî û mafê serweriyê ye û bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku tedbîran werbigire. -
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Asûriyan û dêrê barand
Artêşa Tirk ku bi armanca dagirkerî û desteserkirinê êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike, bombe li gundê Mîska yê Asûriyan barand. Êriş li ser dêra li gund hate kirin. -
Klîmayan vemirînin û vegerin serdema jîngeha siruştî!
Klîmayan vemirînin û vegerin serdema jîngeha siruştî. Ev jîngeha çêkirî jîngeheke sexte ye û bi nexweşiyan tijî ye. Hewaya hênik li deşt, çem, robar û çiyayan e. Hewaya pak û hênik hilmijin, mirovatiyê ji şewitînê biparêzin. -
Li Wanê fûhûş tê zêdekirin
Li Wanê li salonên masajê, malên kirêkirî û li hin otelên biçûk fûhûş tê kirin. Balkêş e ku polîs operasyonê li hemberî van deveran nakin. -
Sevda Karaca: Em hêzên li pişta DEDAŞ’ê nas dikin
Cîgira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Sevda Karaca serdana malbatên kesên di şewata navçeya Şemrexê de jiyana xwe ji dest dane, kir. -
Berxwedana li dijî desteserkirina vînê dewam dike
Koma ku nobeta “rêzgirtina ji vînê re” dewr girt wiha got, “Tu hêz nikare li dijî van daxwazên me yên mafdar bisekine. Tu hêz nikare me rawestîne.” -
HPG: Bi balafiran 16 çalakî hatin lidarxistin
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di navbera 6 - 25’ê Hezîranê de bi balafiran 16 caran li baregehên artêşa Tirk ên li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl xistin; 6 dagirker hatin cezakirin, gelek çeper û kon hatin îmhakirin. -
249 roj in Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve girtî ye
249 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, girtî ye. -
Li herêma PDK’ê nuqteya kontrolê ya artêşa Tirk
Artêşa Tirk a dagirker li gundên di navbera Bazê û Bêrîzanê û her wiha li Bêrîzanê û Kanî Belavê yên herêma Berwarî Bala ya navçeya Amêdiyê du nuqteyên leşkerî danî û kontrola nasnameyan dike. -
KCK: Zîlan di fedayîtiyê de lûtke ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got ku îfadeya herî esas a kesayeta Zîlan, di fedayîtiyê de xwe gihandina lûtkeyê ye. -
Dewleta Tirk gundiyên Amediyê bi zorê koçber dike
Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Mîsa Begî ya Kanî Masî bi cih bû. CPT bi daxuyaniyekî gotibû ku artêşa Tirk bi gef û zorê gundê Mîsa Begî ji mirovan xalî dike. -
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Hevrê Helmet wê di hişê gel de bijî
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi boneya 5'emîn salvegera şehadeta Helmet Gabar xwest ku di serî de gelê Başûr, gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend li ser jiyan, tevlêbûna wî ya di nava Tevgera Azadiyê û têkoşîna wî de bisekin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Dihokê benda kontrolê danî
Dewleta Tirk ku êrişên dagirkeriyê û sewqiyata leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê zêde kiriye, hîn bêhtir zêdegavî kir û li Dihokê bendeke kontrolê danî. Dîmenên nuqteya dagirkeriyê hatin weşandin. -
Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Elkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Bîranîna hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz wê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re bike.” -
Karayilan: Em bi ruhê Zîlan têdikoşin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Zeynep Kinaci ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedaî kir bi bîr anî û got, "Zîlanbûyîn îro li nava refên me xurt bûye. Em bi vî ruhî têdikoşin." -
Cenazeyê Şefîk Esen hate veşartin
Cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ku li Eskîşehîrê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da, li gundê Başpinar ê Çinarê hate veşartin. -
Ji bo nobeta li Colemêrgê banga hevgirtinê hat kirin
Komên ji Mûş û Wanê nobeta “rêzgirtina ji vînê re” ya li Colemêrgê hatiye destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam dike. Çalakgeran diyar kirin ku heta encamê bi dest bixin wê têkoşîna xwe bidomînin. -
Endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bibîranîn
Endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb di salvegera 5’emîn ya şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. -
Dewleta Tirk a dagirker 300 tank li Başûr bi cih kir
CPT’ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di 10 rojên dawî de nêzî 300 tank û wesayîtên zirxî li axa Başûr bi cih kirine.