KURDISTAN
Bi pêşengiya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî destpê kir.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de derbe li 2 çeperan hate xistin, 2 kamerayên mobesse jî hatin îmhakirin. Dagirker bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîşên xwe didomînin.
PKK, Hakî Karer e û şehadeta Hakî Karer e. Di bingeha PKK’ê de şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye. Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, nemir bû. Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e.
KCK'ê cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li rêveber, endam û siyasetmedarên HDP'yî hatine birîn şermezar kir û got, "Doza Kûmpasê ya Kobanê bi temamî dozeke siyasî ye, doza qirkirinê ye. Dadgeha ku ev biryar da, dadgeha qirkirinê ye."
Fermandariya Biryargeha NPG’ê şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Em meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û diyar dikin ku em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin."
Hemû Nûçe
-
Karayilan: Li ser xeta Rêber Apo em ê bi ser bikevin!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di peyama xwe de ya ji bo Newrozê şandî, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got, "Li ser xeta Rêber Apo û şopdariya şehîdên leheng em ê di vê dema dîrokî de bi ser bikevin."
-
-
-
-
-
-
Li Cizîrê Meş: Bê Serok jiyan nabe
Li navçeya Cizîrê piştî coşa Newrozê gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ber bi navenda bajêr ve meşiya.
-
-
-
-
-
Ayşegul Dogan: Rêya azadiyê Îmralî ye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Newroza Cizîrê de axivî û got: “31’ê Adarê em ê mizgîniyeke mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmralî ye, gelo hûn ê wê deriyê vebikin? Rêya çareserî, aştî û azadiyê Îmralî ye.”
-
-
Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, em mizgîniyê didin. Mizgîniya xwe jî li gorî wateya Newrozê bû. Tirs berda dilê paşverûtiyê, hêvî da lêgerînerên azadiyê."
-
-
-
-
-
Kalkan: Kes nikare vê rabûna azadiyê bisekinîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku Newroza herî mezin û şênber a hemû deman di sala 2024'an de pêk tê û got, "Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, ev îradeya azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bê sekinandin."
-
-
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Her sal wek kevneşopiyekê li qûntara Qendîlê bi beşdariya dehan hezar kesî Newroz tê pîrozkirin û peyamên girîng tên dayîn. Qendîl ji bo Newroza îsal jî amade ye.
-
-
Uysal: Silav ji Abdullah Ocalan ê ku ruh da Newrozê re!
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di pîrozbahiya Newrozê ya li quntara Çiravê pêk hat de axivî û got, "Em ji vê qadê silavên xwe ji Birêz Ocalan ê ku ruh daye Newrozê û 25 sal in di nava tecrîdê de ye, dişînin. Em Newroza wî pîroz dikin."
-
Li Nisêbînê piştî Newrozê meş
Li Nisêbînê piştî şahiya Newrozê ciwanan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin û dest bi meşê kirin.
-
Newroza Nisêbînê: Deriyên Îmraliyê vekin
Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û bangeke bi vî rengî li desthilatdariyê kir: "Deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."