BI DÎMEN

Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojava

2’yemîn Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojava destpê kir.

FESTÎVALA BIHARÊ

Rêveberiya Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi beşdariya berfireh a xwendekar û mamosteyên dibistanan û Zanîngeha Rojava, bi çalakiyên çandî, helbest, stran, pêşbirk û xwarinên gelêrî, Festîvala Biharê ya 2’yemîn a xwendekaran lidar dixe.

Festîvala ku li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre cîgira Hevserokatiya Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed axivî.

Evîn Ehmed bal kişand ser rola çand û kevneşopan di parastina civakan de û girîngiya wan di ronîkirina nasnameya pêkhateyên herêmê de.

Piştre xwendekarên zanîngehê Fatima Xelîl, Nûr Mîrza, Rolav Silo û Beşar Horo helbestên xwe xwendin.

Festîvalê bi stranan dewam kir û xwendekar Kemal Cumaa, Ariane Khalo û Hêvîar Hamo çend stranên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha xwendekarên zanîngehê bi 3 koman beşdarî pêşbirka beşa pirsên giştî bûn, piştre çalakiyên beşa werzîşê ji aliyê xwendekaran ve hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên îro bi pêşandana xwarinên gelêrî yên 5 koman bi dawî bû. Tê payîn ku festîval sibê bi çalakiyên cihêreng bi dawî bibe.