BI DÎMEN

Li Londonê Sempozyûma Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re hat lidarxistin

Sempozyûma Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re li Zanîngeha SOAS’ê ya Londonê dest pê kir. Di sempozyumê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî peyam hatin dayîn.

SEMPOZYÛMA PIŞTEVANIYA BI GIRTIYAN RE

Sempozyûma Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re ku ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî û Meclîsa Gelê Kurd ve hta organîzekirin li Zanîngeha SOAS’ê ya Londonê dest pê kir. Gelek akademîsyen, kesayet û nûnerên saziyan beşdarî sempozyûmê bûn.

Li ser navê pêkhateyên sempozyûmê Îbrahîm Avcil axivî û bal kişand ser Doza Kobanê û got, "Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi gotina 'Kobanê ket û wê bikeve' piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ'ê ragihandibû. Kesên ku rûmeta mirovahiyê diparêzin û li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê têdikoşin ceza kir. Lê belê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd polîtîkayên înkar û tinekirinê yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û dewleta faşîst a Tirk têk bir û mirazê wan di qirika wan de hişt. Encama doza komploya Kobanê tolhildana vê têkçûnê ye.”

BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Avcil bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, îro li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin. Bêdengiya CPT ya li hemberî tecrîdê nayê qebûlkirin. CPT bi bêdengiya xwe şirîkê vî sûcê tecrîdê ye. Yekane hêza ku dikare vê tecrîdê bi dawî bike, têkoşîna hevpar a gelan a li qada navneteweyî ye.”

'PERÛ DEWLETEKE POLÎSAN E'

Piştre beşa yekem a sempozyûmê dest pê kir. Nûnera Rêxistina Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re ya Perûyê Dîana Dîaz bi bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya dest bi axaftina xwe kir.

Dîaz anî ziman ku Perû dewleteke polîsan e û got, rêxistineke polîsan a kontra ya bi navê Pekotî heye ku di sala 1980'an de ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin û bi salan e rêbazên êşkence û  windakirinê bi kar tîne. Em ê têkoşîna azadiya girtiyên siyasî berfireh bikin. Em ê li cem kesên di têkoşîna azadiyê ya gelan de dîl tên girtin, bisekinin."

Dîana Dîaz bal kişand ser îşkenceya tecrîdê û got ku ev rêbaza îşkenceyê di heman demê de rêbaza tecrîdkirina mirov ji gelê xwe û têkoşîna wî ye.

'TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWÎST E’

Nûnerê Partiya Sosyalîst a Eniya Srî Lankayê Chathura Gunathilaka diyar kir ku pirsgirêka girtiyên siyasî yên li Srî Lankayê dişibin pirsgirêkên girtiyên siyasî yên li cîhanê û diyar kir ku dewlet pênaseya dîlgirtina siyasî nas nakin û li şûna wan kesên ku dixwazin sûcdar bikin. Têkoşîna azadiya neteweyî û têkoşîna sosyalîzmê bi sûcdariyên 'terorîzmê' dimeşînin. Li dijî van hemûyan têkoşîneke hevpar pêwîst e.”

'LI GIRTÎGEHÊN ÎRANÊ ÊŞKENCE Û TECAWIZ HEYE'

Parêzerê Îranî Mihemed Hoşî jî diyar kir ku rejîma Îranê bêyî darizandinê komkujiyê dikin, êşkence û tecawizê li ser girtiyan tên kirin û wiha got: “Li Îranê hem kurd û hem jî kesên li dijî dewletê tên binçavkirin, êşkencekirin û bi salan tên girtin. Ne tenê binçavkirin, ji bo şikandina îradeya girtiyên siyasî jî tecrîd bi awayekî berfireh tê bikaranîn. 
Komkujiyên li Kurdistanê di sala 80’î de dest pê kirin. Tevahiya sîstema Îranê li ser bindestiyê hatiye avakirin. Ez li Girtîgeha Tehranê mam. Ez bûm şahidê vê zilm û îşkenceyê. Min dît ku di şevekê de 75 kes hatin gulebarankirin. Di nav Neteweyên Yekbûyî de, Îran tekane dewleta ku kesên winda nehatine tomarkirin. Bi xêra Kurdekî goreke komî hat dîtin. Li pey zarokekî Kurd çû û bû sedema dîtina goreke komî.
Di berxwedana dawî de 700 kes hatin qetilkirin. Jin rastî tecawiz û êşkenceyê hatin. Li Îranê her tiştê ku bi îdiaya ‘li dijî rejîmê ye' weke sedema girtin, êşkence û îdamê tê dîtin. Mirov ji ber beşdarbûna xwepêşandanan hatin qetilkirin. Hûn nikarin li dijî rejîma Îranê komek siyasî ava bikin. Dema tu tê girtin, ne tenê azadiya te, jiyana te jî dikeve xeteriyeke mezin û te ji mirinê jî xerabtir dike. Jina Emînî di girtîgehê de tê qetilkirin. Taktîkên  Xumeynî yên di sala 89’an de bi kar anîn û wekî yên Tirkiyeyê bûn.”

KAMPANYA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ SILAV KIRIN

Sekreterê Kampanyaya Piştevaniyê ya Kolombiyayê Andy Higginbottom bi silavkirina kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda girankirî de ye dest bi axaftina xwe kir. Higginbottom bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên li Şîlî û Kolombiyayê û diyar kir ku girtî bi salan e têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd û êşkenceyê didomînin. Higginbottom bang li civaka navneteweyî kir ku bi girtiyên siyasî yên li Emerîkaya Latîn re di nava piştevaniyê de bin.
Di axaftina li ser navê Tamîlan hat kirinde, komkujiyên dewleta Srî Lankayê yên li hemberî gelê Tamîlan pêk tîne hatin vegotin û girîngiya têkoşîna yekbûyî ya li dijî vê hate destnîşankirin.

Paşê beşa pirs û bersivan dest pê kir. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de wê rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bê nîqaşkirin.