JIN
Hemû Nûçe
-
Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Meşaleyek ku nayê vemirandin, dewrî me kirin!
Komîteya Ciwanan a PKK’ê 2 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Meşaleyeke ku nayê vemirandin, dewrî me kirin. Ev meşale bi agirê tolhildana şehîdên me her roj geştir dibe.” -
Li Weselê jinek hat qetilkirin
Li Hunxe-Drevenack a Weselê di dikanekê de cenazeyê jineke 50 salî hat dîtin. -
Tevgera Jinên Kurd li ser girîngiya perwerdeyê komxebatek lidar xist
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), ji bo jin karibin vîn û jiyana xwe biparêzin, di 24'ê Sibatê de komxebateke li ser girîngiya perwerdeyê lidar xist û gelek biryar di vê çarçoveyê de hatin girtin. -
Li Viyanayê 5 jin hatin kuştin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê di du bûyerên cuda de 5 jin hatin kuştin. -
TJA'yê 8'ê Adarê li Êlih û Îzmîrê da destpêkirin: Jin wê siberojê diyar bikin
TJA'yê Îzmîrê û Êlihê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kir. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku berxwedana jinê wê pêvajoyê diyar bike û banga berxwedana li dijî faşîzm û mêrsalariyê kirin. -
Rapora 2023’yan : Li bajarên Egeyê mafên 525 jinan hatin binpêkirin
Meclîsa Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê diyar kir ku di sala 2023'an de li bajarên Egeyê 515 mafên jinan hatine binpêkirin. ÎHD'ê bal kişand ser binpêkirin û êşkenceya li girtîgehan. -
TJA starta 8’ê Adarê dide: Jin Jiyan Azadî!
TJA’yê îro li Êlih û Îzmîrê starta çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî ber bi 8’ê Adarê ve” da. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Adarê: Em ê bi vîna jina azad dagirkerî û tecrîdê têk bibin!
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin. Di çalakiyan de wê dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" derkeve pêş. -
Qadirî: Têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê, destanek e
Seroka Hikûmeta Belûcistanê ya li sirgûnê Na’île Qadirî diyar kir ku gelê Belûcî jî mîna gelê Kurd li dijî zilmê têdikoşe û got: “Têkoşîna ku jinên Kurd li dijî DAÎŞ’ê dimeşîne, destaneke dîrokî ye.” -
Li Îranê du mehan 46 jin û zarokên keç hatin qetilkirin
Li gorî bilançoya NÛJINHA’yê, li Îranê di navbera meha Çile û Sibatê de 34 jin û zarokên keç hatin qetilkirin. 12 jin û zarokên keç jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
KBDH'ê li dijî kapîtalîzma patrîarkal banga mezinkirina serhildanê kir
Konseya Giştî ya KBDH'ê bal kişand ser komkujiya madenê ya li Erzînganê û komkujiyên li jinan têne kirin û li dijî kapîtalîzma patrîarkal banga mezinkirina serhildanê kir. -
Şandeya jinên Kurd li Nepalê qala hêz û azadiya jinan kirin
Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jinên Nepalî re hatin cem hev û derbarê şoreşa jinan a Rojava de agahî dan. Jinên Nepalî bi heyraniya xwe ya ji bo berxwedana jinên Kurd anîn ziman. -
Bertekên li dijî tundiya zayendî: Ev êrîş wê bi hevgirtinê bên şikandin
OGK'ê têkildarî tundiya zayendî ya polîsan a li hemberî endamên xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de peyam hat dayîn ku bi hevgirtinê ev êrîş dikarin bên şikandin. -
‘Em kesên ku ji bo hêza xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin hişyar dikin’
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê kesên ku beriya hilbijartinên herêmî bi hedefgirtina têkoşîna azadiya jinê re şerê taybet dimeşînin hişyar kir. -
Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê jinek ji aliyê zilamê ku beriya du salan dest jê berdabû ve bi çekê hat qetilkirin. -
Li Bendava Duhokê mirina bi guman a jineke Êzidî
Hate ragihandin ku cenazeyê jineke Êzidî ku li kampa Domîze jiyan dikir, li bendava Duhokê hate dîtin. -
Li Rihayê jinek hate qetilkirin
Li Taxa Kamberiye ya navçeya Halîliyeyê zilamê bi navê Kanan Şamlioglû, hevjîna xwe ya bi navê Nîhal Şamlioglû bi çekê qetil kir. -
DEM Partiyê beyannameya hilbijartinê ya jinê eşkere kir
Di beyannameya hilbijartinê ya jinê ya DEM Partiyê de ji bo jinan gelek proje hatin ragihandin. -
Ji Yekîtiya Jinên Şoreşger ê Efganistanê daxuyaniya 15'ê Sibatê
Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA), di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, peyamek ji entenasyonalîstên li Rojava re şand. -
TJA'yê belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinê eşkere kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên herêmê eşkere kir. -
Besê Erzîncan: Şêweyê têkiliya ku sîstem ferz dike, jinê dike kole
Besê Erzîncan anî ziman ku şêweyê têkiliyê yê ku sîstem ferz dike jinê dike kole û got, "Li dijî mejiyê desthilatdarî û dewletê divê têkoşîn bê meşandin. Eger têkoşîn neyê kirin hevaltî û têkiliyeke rast nikare bê danîn." -
Jinên Rojhilatî, Îran û Efgan ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Efganistanê piştgirî dan pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka Kurd re' û bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
TJA: Eger em berxwedana li dijî komplo û tecrîdê mezin bikin, em ê rizgar bibin
TJA'yê li dijî komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Bi mezinkirina berxwedana li dijî komplo û rejîma tecrîdê em ê karibin rizgariya civakî pêk bînin." -
Kongra Star: Li dijî komployê em ê şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin
Kongra Star li dijî komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê têbikoşin û şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin." -
'Weke jinên Ereb em li ser rêya Rêber Ocalan in'
Ji Komîteya Jinê ya El Meşlab a li Reqayê Kinana Abdo got, "Weke jinên Ereb em ê li ser rêya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bimeşin."