Kongra Star: Li dijî komployê em ê şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin

Kongra Star li dijî komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê têbikoşin û şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin."

Kongra Star bi minasebeta salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirina îradeya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya hemû gelên bindest e.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hêzên emperyalîst ên cîhanê li kîjan deverê tovên azadiya gelan şîn bibin, êrişî wir dikin, an dixin bin desthilatdariya xwe yan jî tune dikin. Bi armanca xwemezinkirinê li hember hemû hêzên şoreşger û azadîxwaz xwe bi rêxistin dikin, zextên ku carinan digihîjin qirkirina gelan, dimeşînin. Tevgera azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna ku Rêber Apo li Kurdistanê dike jî ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên bindest bû îlhama têkoşîn û berxwedanê. Lewma Komploya 15’ê Sibatê, ji hêla hêzên emperyalîst ên cîhanê ve pêk hat û komployeke navneteweyî ye. Di cewherê xwe de teslîmgirtina îradeya azad a gelê Kurd e û tunekirina tevgera azadiyê ya gelê Kurd hedef digire. Ev komplo di 9’ê Cotmeha 1998’an de  bi zextên li ser Rêber Apo a ji bo derketina ji Sûriyeyê dest pê kir. Şopandinek hovane dest pê kir û Rêber Apo li Kenyayê  hate dîlgirtin. Hêzên ku Komploya 15’ê Sibatê pêk anî, heman hêzên ku Kurdistan kiribûn çar parçe û bi sedan salan e ku li ser gelê Kurd qirkirinan pêk tînin. Bi dîlgirtina Rêber Apo hesabên tunekirina têkoşîna wî û teslîmgirtina Tevgera Azadiyê hat kirin.   Lê Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê zîvirand qada berxwedanê ya bêdawî û kir dibistana fikra azad, şoreşa herî mezin a zihnîyet û wijdanê. Li vir ne tenê bersiva "Çawa bijîn?" lê nexşerêya "Çawa li ber xwe bidin?" jî nîşan da. Gelê Kurd ê welatparêz, gerîlayên Tevgera Azadiyê û rêhevalên Rêber Apo, xwe kirin agir û bi berxwedaneke fedaî gotin "Hûn nîkarin roja me tarî bikin!" xeleka ji agir a berxwedanê li dora Rêber Apo hûnandin.

Komplo dikeve 26 saliya xwe. Rêber Apo bi guhertina paradîgmeya bersiv da komplo û komplogeran. Zîhniyeta sosyalîzma demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bingeh û amûrên fîkrî pêşxist, zihniyeta modernîteya demokratîk ku li ser hîmê neteweya demokratîk dimeşe, ava kir. Paradîgmaya neteweya demokratîk a jina azad û  gelên azad pêşxist û teslîmiyet red kir. Her wiha bangawaziya berxwedan û azadî li hemû kes û gelên şoreşger û azadîxwaz kir. Dîsa nehişt ku komplo di tarîtiyê de bimîne, her kelî nirxandin kir û komplo bi her awayî ronî kir, her kes li hemberî komplo hişyar kir. Lewma komplo vala derxist û nehişt ku hêzên komploger bigihîjin armanca xwe. Îro, paradîgmaya neteweya demokratîk ku xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinê, hem ji gelên bindest re hem jî ji hemû derdorên şoreşger re bû îlhama têkoşîn û berxwedanê. Ji ber vê jî dewleta Tirk a faşîst her ku çû tecrîda li  ser Rêber Apo kûr kir, êrişên li ser gel û gerîla giran kir, bajarên Kurdistanê dagir kirin. Dewleta ku bi salan e nikare xwe li ber îrade û berxwedana gerîlayên Kurdistanê bigre,  serî li  her cûre tevger û êrişên terorîstî dixe. Faşîzma AKP-MHP’ê ku bi rola berdewamî û encamkirina komployê rabûye, her Kurdek azad hedef digre, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, bi dîplomasîya herî qirêj, bi erişên hewayî û bejayî, hewl dide komployê bi ser bixin. Lê li beramberî wê têkoşîna azadiyê mezin dibe, navneteweyî dibe, xwe digihîne her jina ku dixwaze azad bibe, fikra neteweya demokratîk bi yekbûna gelan taybet li Rojavayê Kurdistanê digihîje serkeftinê.

Wek Kongra Star û rêhevalên Rêber Apo em ê  têkoşîna jina azad û gelên azad mezin bikin, bi şîara "Jin Jiyan Azadî"  tê bikoşin û bi regezên şerê gelê şoreşgerî li ber xwe bidin, Komploya Navneteweyî têk bibin, azadiya  fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, azadiya gelê Kurd mîsoger bikin û bibin temînata paradigmaya neteweya demokratîk."