‘Em kesên ku ji bo hêza xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin hişyar dikin’

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê kesên ku beriya hilbijartinên herêmî bi hedefgirtina têkoşîna azadiya jinê re şerê taybet dimeşînin hişyar kir.

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê, têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê li Kurdistanê li dijî têkoşîna azadiya jinê tên meşandin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em kesên ku ji bo desthilatdariya xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin, hişyar dikin."

Daxuyaniya Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê  wiha ye:

LI DIJÎ GELÊ ME ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNIN

“Em wek gel û tevger di qonaxeke pir krîtîk re derbas dibin. Berxwedan û têkoşîna gelê me yê qehreman li çar parçeyên Kurdistanê bi şîara ‘Bê Serok jiyan nabe’ di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Faşîzma ku li hemberî berxwedana me şikest, li dijî gelê me şerekî berfireh ê psîkolojîk û taybet, êrîşên qirkirina fizîkî jî dimeşîne. Di çarçoveya Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de giranî dane ser şerê taybet û psîkolojîk. Faşîzma ku bi êrîş, binçavkirin û zextan nikare vîna gelê me bişkîne, dixwaze bi dengdêrên sexte û şerê taybet û psîkolojîk encam bigire.

BI AWAYEKÎ EŞKERE ÊRÎŞÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIKIN

Nîqaşên li ser hilbijartinan tê meşandin de bi awayekî eşkere êrîşî xeta azadiya jinê ku hêza pêşeng a têkoşîna me ye, dikin. Ferasetên desthilatdarî ku siyaseta nûnertî û hilbijartinan kirin navenda têkoşîna me, ne tenê bûne bingehê şerê taybet ê faşîzmê, bi rêya medyaya dijîtal jî heman rêbazê li dijî têkoşîna me bi kar anîn. Bi taybetî êrîşên ku navenda wan li Êlihê pêk tên, li dijî paradîgmaya me û têkoşîna me ya azadiyê bûye êrîşeke vekirî.

HILBIJARTIN RÊBAZEK GIRÎNG A TÊKOŞÎNÊ YE

Bêguman hilbijartin ji bo rastiya gelên di bin êrîşên qirkirinê de ye, rêbazeke girîng a têkoşînê ye. Lê belê hin hişmendiyên serdest ên mêr ku hilbijartin û destkeftiyên wan vediguherînin bextê xwe yê şexsî û bi destxistina kursiyan, her cure provokasyon û manîpulasyonan dikin. Ev kesayetên ku ji hişmendiya azadiyê bêpar in, bi rastî daxwazên xwe dixin pêşiya gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê û pirsgirêka hilbijartina xwe dikin mijara jiyan û mirinê, vediguherînin şerekî hişmendî yê şerê taybet.

Divê were zanîn ku em ê ti carî destûrê nedin ku nirxên têkoşîna me ji bo desthilatdarî û hezkirina desthilatdariyê were qirêj kirin. Divê gelê me yê welatparêz tu carî zemînê nede van desthilatdarên ku bingeha şerê taybet û psîkolojîk ê faşîzmê didin meşandin. Têkoşîna me ya ku bi bedelên mezin tê meşandin pir mezin e ku ji bo hilbijartinek an jî kursiyekê were qirêj kirin. Em bang li her kesê ku bi nezanî piştgiriya şerê taybet dikin, dawî li vê helwestê bînin. Em hêmanên qirêj ên şerê taybet û psîkolojîk ê faşîzmê jî hişyar dikin. Zû yan dereng wê gelê me teqez hesab ji wan pirse.”