KBDH'ê li dijî kapîtalîzma patrîarkal banga mezinkirina serhildanê kir

Konseya Giştî ya KBDH'ê bal kişand ser komkujiya madenê ya li Erzînganê û komkujiyên li jinan têne kirin û li dijî kapîtalîzma patrîarkal banga mezinkirina serhildanê kir.

Di daxuyaniya Konseya Gitşî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinê (KBDH) de hate ragihandin ku komkujiya madenê ya 13'ê Sibatê li navçeya Licik a Erzînganê rû da, asteke nû ya polîtîkaya komkujiyê ya faşîzma AKP-MHP'ê ye ku li karker û kedkaran ferz dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku faşîzma AKP-MHP'ê rengê şênber ê kapîtalîzma patriyarkal a li herêmê ye û hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê nikare xwe li azadî û berxwedanê rabigire. Dijminê gelan, çîna karkeran, xweza û jinê ye. Bi taybetî li dijî raperîna jinê, berxwedana jinê û şerkeriya jinê, bi rengekî leşkerî û siyasî timî êrîşan dike. Ji ber vê yekê bi rêk û pêk mêrtî xwedî kir, 'azadî' da kujerên jinan, li xaka Kurdistanê ya dagirkirî komkujiyan dike, destirêjî û destavêtinê rewa dike.

Desthilatdariya faşîst hîn jî paşeroja nasnameya zayenda bindest û jinê didize. Yên ku li Erzîngan-Licikê komkujî kirin, sîstema sermayeyê ya ku karkeran qetil dike, kujerên ku jinan qetil dikin, hîn jî diparêze. Her roj bi rêya medyayê serweriya mêr dide pêş, hêzê dide kujerên jinan û zexta li dijî jinê zêde dike. Bêguman li pêşberî van êrîşan her tişt bi dilê serweran nabe. Di binê Qutiya Pandora de hêvî û azadî heye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li çiyê gerîlayên jin, li zindanan şoreşgerên jin û karkerên jin li dijî sîstema mêtingeriyê û tundiya dewletê ya mêr, hêvî û azadiyê temsîl dikin û hate gotin, "Em didin ser şopa van jinan ku ji bo têkoşîna azadî û hêviyê paşerojê diafirînin.

Sîstema bi serweriya mêr û faşîzmê mîna ku tê dîtin xurt nîne. Jinên ku ji bo azadî û hêviyê têdikoşin, wê bi biryardariya xwe faşîzmê di nava xwîna ku dirijîne de bifetisînin. Bi biryardariya vê têkoşînê em qadên 8'ê Adarê dagirin. Em bi çekên xwe hesab ji faşîzmê û sîstema bi serweriya mêr bixwazin."