Li Weselê jinek hat qetilkirin

Li Hunxe-Drevenack a Weselê di dikanekê de cenazeyê jineke 50 salî hat dîtin.

Li bajarê Hunex- Drevenack a Wesel ê eyaleta Nordrhein-Westfalen a Elmanyayê, jineke 50 salî mirî hat dîtin.

Hate zanîn ku jina ku hatiye qetilkirin dayika 3 zarokan Yuksel Yargan e.

Polîs û dozger îro li Dûîsbûrgê ragihand ku Yargan roja Şemiyê li dikanek li Schermbecker Landstrasseyê bê can û bi birînên kêrê hatiye dîtin.

Ekîbên Polîsên Cinayetê lêpirsîn dan destpêkirin, heta niha nehat zanîn ku kesek hatiye binçavkirin yan jî gumanbarek heye.

Polîs û dozgeriya Dûîsbûrgê diyar kir ku wê otopsiya cenaze bê kirin.