Tevgera Jinên Kurd li ser girîngiya perwerdeyê komxebatek lidar xist

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), ji bo jin karibin vîn û jiyana xwe biparêzin, di 24'ê Sibatê de komxebateke li ser girîngiya perwerdeyê lidar xist û gelek biryar di vê çarçoveyê de hatin girtin.

Komxebat bi dirûşemeya "Jin bi zanista cewherî îrada xwe û jiyana diparêzin!" hate lidarxistin.

Ev komxebat di çarçoveya pêngava "Bi Jin, Jiyan, Azadî re em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" a ku ji aliyê tevgera jinê ve hatiye destpêkirin de pêk hat.

Komxebata ku li ser bingeha pêwîstiya akademîbûna xebatên perwerdehiyê yên ku ev demeke dirêj e di bin banê TJK-E’yê li Ewropayê berdewam dikin û derbasî qonaxeke nû bibe pêk hat, di encama nîqaşên ku bi beşdaran re hatin kirin de piştî pêşkêşkirinên di bin çar sernavan de hatin kirin, biryar û planên girîng hatin girtin.

Pêşkêşiya yekemîn a komxebatê bi sernavê "Di avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk de wate û girîngiya perwerdê û tecrûbeyên me” pêk hat.

Pêşkêşiya duyemîn bi sernavê "Xebatên Me yên Perwerdeyê û Analîzên wê" û pêşkêşiya sêyemîn jî bi sernavê "Rêbazên Perwerdê yên Alternatîf, Rêbazên Perwerdeyê yên di bin banê Jîneolojiyê tê danîn" pêk hat.

Pêşkêşiya dawî bi sernavê "Di Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk de Akademîbûna Jinê" hat kirin.

Di pêşkêşiyan de hate destnîşan kirin ku şoreşa jinê xebateke ku guhertin û veguhertina zîhnî ya radîkal dixwaze.

Di komxebata ku tesbîta "Bêyî ronîkirina zîhniyetê, şoreş nikare bibe xwedî şensê serketinê" hat kirin de, nirxandinên li jêr derketin pêş:

"Bi xebatên perwerdeyê re derfeta xwe naskirinê em bi dest dixin û ji bo bersiva ‘em dixwazin çawa bijîn’ altarnatîf datîne pêşiya me. Em dikarin zîhniyet û avaniya çandî ya civaka desthilatdar, zayendîparêz û hiyerarşîk bi perwerdeyê re derbas bikin. Tesbîtkirina pirsgirêkên ku em dijîn û pêşxistina rê û rêbazên derbaskirina wan, tenê bi xebatên perwerdeyê re pêkan e." 

Ji bo ku perwerde encam bide, hate destnîşan kirin ku divê di rêbazên perwerdê de afrînerî û beşdarî esas bê girtin û ev encam hat derxistin:

“Ji ber ku rêbaz bi şêwaza ramanê ve girêdayî teşe digire û di heman demê de divê çawa bê fikirandin xwedî hêza tesbîtkirinê ye. Di vê wateyê de şêwaza perwerdeyê ya Rêber Apo pêşxistî rê nîşanî me dike û tevlîkariyek mezin e. Di encama tecrûbeyên tevgera jinên Kurd û komxebata me de, hat dîtin ku dema em perwerdeya xwe li ser esasê fikra azad û kolektif tê pêk anîn, dibe bersiv ji pirsgirêkên jiyanê û beşdarvan esas digire encamên xurt ên tê xwestin dertê holê.”

Di çarçoveya amadekariyên komxebatê de encamên anketa ku bi 200 jinan re hat kirin jî hatin nirxandin. Li ser vê esasê nêrîn û pêşniyarên jinan ên li ser perwerdeyê hatin nirxandin û li ser pêwîstiya dewamkirina xebatên perwerdeyê û dewlemendkirina rê û rêbazan nirxandin hatin kirin

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku di herdu xebatên perwerdeyê de hem ji aliyê fikrî, hem hestewarî, hem jî di aliyê hişmendî û moralê de, bi awayekî xurt bandor li jiyana mirovan kiriye.

Ji bo vê jî ji hêla her beşdarekî ve hate gotin ku hewcehiyeke bingehîn e ku xebatên perwerdeyê ji bo jin, zarok, ciwan û civakê bê dewlemendkirin, belavkirin, dewam kirin.

Bi taybetî li ser girîngiya pêşxistina sîstema perwerdeya akademîk û perwerdeyên heyî anîna asta akademiyê, hat nîqaşkirin.

Di pêvajoya nû de, ji bo pêşxistina hişmendiya avakirina civakeke "exlaqî û polîtîk", hişmendiya azadiya jinê, xebatên perwerdekirinê yên stratejîk û nîşandana rê û rêbaza li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêz a jinê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, xebateke hîn bi bandortir were meşandin.

Di çarçoveya nirxandinên hatine kirin de hin biryar hatin girtin û mijarên sereke yên xebatên pêvajoya nû wiha hatin plankirin:

“- Meşandina xebatên perwerdeyê bi ruhê seferberiyê, li ser vê bingehê her cih veguherîne navendeke perwerdeyê û bi naverok û rêbazên dewlemend re xebatên perwerdê esas girtin,

- Ligel têkoşîna azadiya jinê, berfirehkirina perwerdeyên li ser bingeha guhertin û veguherîna mêr,

- Xebatên ji bo jinên ciwan esas bên girtin û pêkanîna civînên jinên ciwan,

- Ji bo avakirina hişmendiya welatparêziyê, ji bo dayik û zarokan perwerde bên organîzekirin,

- Xurtkirina komîsyonên perwerdeyê yên di bin banê hemû meclîsên jinan de û bi awayekî sîstematîk xebatên perwerdeyê yên meclîsan dayîna meşandin,

- Ji bo ku hişmendiya civakê ya xwe bi xwe pêşxistinê pêş bikeve, divê jinên li herêmê wek perwerdekar bên amadekirin û planê wê kirin,

- Xebatên zanekirinê û pêşxistina gel divê bi awayekî berfireh bên meşandin.”