Li Viyanayê 5 jin hatin kuştin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê di du bûyerên cuda de 5 jin hatin kuştin.

Li Awûstûryayê, polîs li kuştina pênc jinan a di du bûyerên cuda de lêdipirse.

Şeva Înê li herêma Brîgîttenaû ya Viyanayê li umûmxaneyê sê jin kuştî hatin dîtin.

Polîsan têkildarî bûyerê kesekî 27 salî binçav kir. Hate ragihandin ku kesê navborî bi çeka kuştinê hatiye girtin.

Di bûyereke din de ya li paytext Viyanayê, li daîreyeke avahiyekê jinek û keça wê ya 13 salî mirî hate dîtin. Di çapemeniya Awûstûryayê de hate ragihandin ku bûyer cînayeteke li nava malbatê ye û bav gumanbarê sereke ye.

Saziyên mafên jinan ên li Awûstûryayê ragihandin ku par 26 jin hatin kuştin.

Li gorî daneyên hikumetê, di navbera salên 2010 û 2020'î de li Awûstûryayê 319 jin, piraniya wan ji aliyê mêr ên hevserê wan an jî hevserê wan ê berê ve hatin kuştin.