STANDA 'JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ'
Endamên Meclîsa Jinê ya Viyan û endamên Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê stand danîn. Standa bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî” li Clodwîgsplatzê hat danîn û heta tevahiya rojê berdewam kir.
Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn û li qadê jî wêne û poster hatin daliqandin.
Jinan di çarçoveya çalakiyê de broşurên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, belav kirin û bal kişandin bi ser pergala qirkirinê ya li Îmraliyê.