'Weke jinên Ereb em li ser rêya Rêber Ocalan in'

Ji Komîteya Jinê ya El Meşlab a li Reqayê Kinana Abdo got, "Weke jinên Ereb em ê li ser rêya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bimeşin."

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Komîteya Jinê ya El Meşlab (Ser bi Civata Jinê ya Zenobiya ye) Kinana Abdo têkildarî wateya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinên Ereb, tecrîd û komploya navneteweyî ji ANF'ê re axivî.

Kinana Abdo anî ziman ku jinên li Reqayê piştî zor û zehmetiyên dema Baasê bi dagirkeriya DAÎŞ'ê re di nava demeke tarî de asê man, kesaiyetiya wan hate qetilkirin û got, "Lê belê dema ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan feraseta neteweya demokratîk belav bû, jin li cewhera xwe vegeriyan, li her qada jiyanê bi rola xwe rabûn, ji aliyê siyasî yan jî leşkerî ve tevlî kar bûn û fikrê xwe bi tevahiya civakê re parve kir."

Kinana Abdo bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku jin azad bibe civak azad dibe û hemû zincîrên li pêşiya civakê asteng in wê bêne şikandin û got, "Ji ber vê yekê di navbera jinan û Rêber Abdullah Ocalan de gelekî xurt e. Diyar kir ku divê jin ji xwe bawer bikin, ji xwezaya xwe hez bikin û li ber her kesên zextê li wan dike, rabin. Rêber Abdullah Ocalan her tim qala azadiya jinê dike, ji ber ku weke ku em dibînin civak bi azadiya jinê azad dibe. Ji ber vê yekê bi pirtûkên xwe dixwest têkoşîna jinan di şoreşa Kurdistanê de bîne ziman û jinên dilxwazên azadiyê jê sûdê werbigirin. Di parêznameyan de dibêje jin cewhera civakê ye û paşeroja civakê jî bi vegera li vê cewherê dibe."

'EM Ê LI SER RÊYA RÊBERÊ XWE BIMEŞIN'

Kinana Abdo ragihand ku Komploya Navneteweyî ji bo jinên Ereb jî rojeke reş e û got, "Ji roja dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û vir ve dixwazin têkiliya me qut bikin. Destûrê nadin ku agahiyek ji Rêberê me ji Îmraliyê belav bibe. Rewşa tenduristiya wî ranagihînin. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk dixwaze têkoşîna Rêber Ocalan bênefes bihêlin. Doza ku Rêber Apo da destpêkirin doza Rojhilata Navîn e. Lewma Abdullah Ocalan nîşaneya doza azadiyê ya jinan e. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinên Ereb karîbû xwezaya jinê jinûve nîşan bidin. Lewma weke jinên Ereb, weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li ser vê rêya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bimeşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê timî li qadan bin û bixebitin."