TJK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo di 15'ê Gulanê de li Strasbourgê bin!

TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiya ku wê di 15'ê Gulanê de li Strasboûrgê were li darxistin, kir û got: ‘’Roj roja seferberiya azadiya Rêber Apo û piştevaniya gerîlayên têkoşer e.’’

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke bangewaziya çalakiyê da û di daxuyaniya xwe komploya navneteweyî şermezar kir û şehîdên têkoşînê û lehengên ku li dijî komployê li ber xwe didin, bi bîr anî.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye: 

‘’Ev tecrîda mutleq û êrîşên li dijî Rêber Apo li dijî hemû gelê Kurd, jin û mirovahiyê ne. Bêdengbûna hemû saziyên navneteweyî bi taybet jî ya CPT’yê rê li ber faşîzma AKP û MHP’yê vedike ku van polîtîkayên xwe yên qirêj zêdetir bikin. Her wiha bêdengiya saziyên navneteweyî jî wan dike hemtawanên vê faşîzmê.

Ji bo me gelê Kurd, jin, ciwan û hemû kesên azadîxwaz tekane rê mezinkirina tekoşîna li dijî faşîzmê ye. Ev yek jî bi kombûna li dora Rêber Apo pêkan e. Roj roja seferberiya azadiya Rêber Apo û piştevaniya gerîlayên têkoşer e. Roj roja bi berzkirina dirûşmeya; ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ û layiqbûna şehîdan e. Roj roja pêkanîna serkeftina milyonên ku dirûşmeya; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dikin e.

Em ê weke TJK-E’yê  wê 15’ê Gulanê li bajarê Strasboûrgê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyekê pêk bînin ku çalakiya me wê bibe şaxekî girîng ê kampanyayên me. Her wiha çalakiya me wê bibe îfadeyeke israra me ya têkildarî azadiya Rêber Apo û nîşandana nerazîbûna li hemberî NATO’yê û welatên Ewropayê yên endamên wê û operasyonên qetlîamê yên ku Erdogan dixwaze pêk bîne. Em weke TJK-E’yê bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiya me ya ku wê di 15’ê Gulanê de li Strasboûrgê were lidarxistin, bibin.’’