Li Rihayê jinek hate qetilkirin

Li Taxa Kamberiye ya navçeya Halîliyeyê zilamê bi navê Kanan Şamlioglû, hevjîna xwe ya bi navê Nîhal Şamlioglû bi çekê qetil kir.

Zilamê bi navê Kanan Şamlioglû (32) li ber Qereqola Sarayonu ya li Taxa Kamberiye ya girêdayî navçeya Halîliye ya Rihayê hevjîna xwe Nîhal Şamlioglû (27) ya di asta berdanê de bi çekê qetil kir. Faîl pişt re hewl da bi çekê xwe jî bikuje.

Tîmên tenduristiyê yên di demekî kurt de hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku Nîhal Şamlioglûyê jiyana xwe ji dest daye. Kenan Şamlioglû yê giran birîndar bû jî piştî mudaxileya ewil a hate kirin, rakirin nexweşxaneyê.

Cenazeyê jina ciwan dê bibin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.