Bertekên li dijî tundiya zayendî: Ev êrîş wê bi hevgirtinê bên şikandin

OGK'ê têkildarî tundiya zayendî ya polîsan a li hemberî endamên xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de peyam hat dayîn ku bi hevgirtinê ev êrîş dikarin bên şikandin.

Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) der barê tacîza polîsan a di bin çavan de li hemberî endama OKG'ê Sînem Çelebî û endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Kalender Polat pêk hat de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) şaxa Stenbolê da û civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Çîçek Otlu û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD), Platforma Jinan a 8'ê Adarê û nûnerên gelek saziyên jinan beşdarî civînê bûn.

Sînem Çelebî ya ku ewil di civînê de axivî û tundiya li wê hatiye kirin vegot: “Gelek jin ji ber ku ji bo azadiya jinê têdikoşin rastî êrîşa polîsan tên. Hevgirtina jinan li hemberî van êrîşan hêzê dide me. Ji bo ev rewş normal nebe jî gelekî girîng e. Em encax bi hevgirtina jinan em dikarin vê tundiyê têk bibin."

Li ser navê Platforma Jinan a 8’ê Adarê Atîke Eskî jî axivî û got: “Eger difikirin ku têkoşîna azadiya jinê wê li hemberî van êrîşan paşve biçe, şaş in. Em li vir in.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu bi bîr xist ku jinên Kurd û şoreşger di salên dawî de gelek caran rastî tundiya mêr-dewlet û êşkenceya zayendî ya polîsan hatine û got, “Pêwîste têkoşîna li dijî tundiya zayendî ya polîsan bi awayekî rêxistinî bê meşandin. Pêwîste hevgirtina jinan xurtir bibe. Em diyar dikin ku em polîtîkaya dilsoziyê ya li hemberî kesên li kolanan têdikoşin û 'jinên maqûl’ qebûl nakin."

Endama OGK'ê Berfîn Polat metna çapemeniyê xwend. Berfîn Polat got, “Jin¨n ji bo azadiyê têdikoşin û jiyana xwe didomînin, destûrê ji dewleta mêr naxwazin. Me qebûl nekir ku di nava sînorên xwe de bimînin. Berovajî, me sînorên ku zilam li ser me ferz dike red kir.”