Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay anî ziman ku ji bo li navçeyê pirsgirêkeke cidî ya tenduristiyê li nava gel rû nede, wan hemû derfetên xwe seferber kirine.
Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji roja wan şaredarî dewr wergirtine û vir ve di mijara bicihanîna xizmetên bingehîn ên ji bo tenduristiya gel de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay anî ziman ku pirsgirêka destpêkê berhevkirina çopa li navçeyê bû ku beriya cejnê tenê 14 xebatkarên paqijiyê hebûn. Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay diyar kir ku wan daxwaza personel û amûrên paqijiyê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xwestin, lê belê rewşeke bi heman rengî li wir jî heye û got, qeyûm beriya ku biçe ji bo gel ceza bike û şaredariyê tengav bike serî li rê û rêbazeke bi vî rengî da. Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay got, "Me destpêkê 36 personel tevlî qada paqijiyê kirin û destûr jî rakirin. Me bang li gel kir û qala rewşa xwe kir. Bi sedan mirov bi dilxwazî tevlî kar bûn. Her kes bi berpirsyariya kolana xwe rabûn û bi vî rengî me ew pêvajoya destpêkê ya zehmet ji holê rakir. Hîn jî dema ku pirsgirêkek rû bide, ji ber ku mirovên me bi rewşê zanin bi rengekî bi lez xwe bi rêxistin dikin."
Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay ragihand ku personelên weke karkerên paqijiyê tevlî kar hatibûn kirin ji bo bi rêk û pêk kar nekin çi ji wan tê dikin, timî raporê werdigirin û got, "Qeyûm beriya biçe ev personel tevlî kar kir. Peymana hinekan ji bo sê mehan e, peyaman hinekan jî ji bo şeş mehan e. Beriya ku peymana wan biqede mixabin em nikarin wan ji kar derxînin, ji ber ku me şaredarî bi deyn dewr wergirt. Me bi 106 milyon TL deynê şaredariyê dest bi kar kir. Hatineya mehane ya şaredariyê 38 milyon TL ye, lêçûn jî 43 milyon TL ye. Deynên ku qeyûm hiştiye demkurt nîne. Di rewşeke bi vî rengî de em neçar in her tiştî yek bi yek hesab bikin û em rê nedin ku kesek mûçeyekî heq nake wernegire. Piştî ku peymana wan qediya jî em ê ji hevalên xwe yên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin avêtin, kadroyeke nû ava bikin."
Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay diyar kir ku li navçeyê demeke ew bi pirsgirêka avê re mijûl in; li tevahiya Mêrdînê piştî çûyîna qeyûm li gelek deveran bi carekê pirsgirêka avê rû da, ev yek tesadûfî nîne û got, "Di nava hefteyekê de xeta avê teqiya. Ava me ji Ava Spî tê. Ava Spî di navbera Nisêbîn û Mîdyadê de ye û ji bo tevahiya Mêrdînê ji aliyê avê ve çavkaniyeke xwedîkirinê ye. Ava çend navçeyan ji wir tê. Bêguman di av û elektrîkê de dem bi dem dibe ku qutbûn rû bide, lê belê tiştekî normal nîne ku qutbûna demdirêj a avê piştî hilbijartinên xwecihî destpê kir. Gel di wê baweriyê de ye ku bi zanebûn bêav tê hiştin. Bêguman em lêkolîn dikin. MARSÛ'yê niha dest li rewşê werda û lûleyên teqiyayî diguherîne."
Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay anî ziman kuli Qoserê di nava du serdeman de xizmetên şaredariyê yên bingehîn, binesazî nehatiye kirin û got, "Gelê me zane ku me çi dewr wergirt, lewma em sebir û ferasetê ji gelê xwe hêvî dikin. Bi piştgiriya manewî ya ji gelê xwe werdigire em ê bi rengê herî bi lez pirsgirêkên bajarê xwe çareser bikin."